Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan 2022-06-10 11:48:56   STENBOL - Ev 8 roj in 22 endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê di bin çavan de tên ragirtin. Yek ji sûcdariyên li endam û rêveberan tê kirin jî rapora komeleyê ya derheqê penaberan de ye.    Di 3’yê hezîranê de li dijî endam û rêveberên Komeleya Çavdêriya Koçberiyê (GOÇÎZDER) operasyona binçavkirinê hatibû destpêkirin û 22 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî ev 8 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin. Kesên hatine binçavkirin ji bo kar û barên îfadekirinê sewqî edliyeyê hatin kirin.    22 binçavkiriyan ku îfadeyên wan ên li emniyetê hatine girtin, bi rapor, pirtûk, broşûr, xebatên komeleyê û bi îdiaya “alîkariya fînansmaniyê dane rêxistinê” tên sûcdarkirin. Di dema kar û barên îfadegirtinê ya emniyetê de rapora derheqê penaberan de hatiye amadekirin jî weke sûc hat nîşandan.    PIRTÛK WEKE SÛC NÎŞAN DAN    Di heman demê de 3 pirtûkên ku qala binpêkirinên di salên 90’î de li dijî fileh û kurdên gundên wan hatine valakirin, binpêkirinên di sala 2015’an de li dijî welatiyan hatine kirin û binpêkirinên li dijî jinan vedibêjin weke sûc hatin nîşandan. Di lêpirsîna li emniyetê de pirsa “ji bo amadekirina van pirtûkan kê ferman da we” ji binçavkiriyan kirin. Her wiha hat îdiakirin ku ev pirtûk bi mebesta “biçûkxistina dewletê” hatine nivîsandin.    BIRYARA KOMKIRINÊ   Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, derheqê van pirtûkan de biryara komkirinê hate dayîn. Pirtûkên ku derheqê wan de biryara komkirinê hatiye dayîn ev in: “‘Çîrokên koçberiyê ya filehên di salên 90’an de ji warên xwe hatine kirin’, ‘Çîrokên koçberiyê yên kurdên di salên 90’an de ji warên xwe hatine kirin’ û ‘Çîrokên koçberiyê yên jinan ên di dema pêvajoya qedexeya derketina kolanan a di salên 2015-2016’an de’.”