Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin 2022-06-10 11:37:28 MÊRSÎN - Rojnamegerên li Mêrsîne bertek nîşanî binçavkirina hevpîşeyên xwe dan û ji bo rêxistinên sivîl banga "em bi hev re bi rêxistinî tevbigerin" kirin.  Di çarçoveya lêpirsînekî Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 8’ê hezîranê daye destpêkirin de, di nav de 20 jê rojnameger 21 kes di serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Di serdagirtinên malan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagas, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegîhanê Xwebûnê Zeynel Bûlût û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu û Kadîr Bayram hatibûn binçavkirin. Feynaz Koçûk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li Gebzeyê hatibû binçavkirin.      Rojnamegerên li Mêrsînê ji bo ku hevpîşeyên wan yên di binçavan de banga berdanê kirin.   KEVNEŞOPIYA ROJNAMEGERIYA AZAD   Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) ê Mêrsînê Dîren Keser destnîşan kir ku desthilat dixwaze zextan li ser tevahiya civakê ava bike, berê xwe dide çapameniya azad. Keser da zanîn ku bi saya çapameniya azad zextên li kolanan tên ragihandin û wiha got: “Çapameniya azad van zextên desthilatê şikandin. Endamên çapameniya azad di salên 90’î de mirinê didan ber çavên xwe û rojnamevanî dikirin. Ji wan rojan heya îro dehan şehît dan. Îro jî ew kevneşopî didomiya û ber bi pêşerojê ve dimeşîne."    BANGA BO ROJNAMEGERÊN MUXALÎF   Keser anî ziman ku desthilat rojnamegerên ku karê xwe bi awayekî birûmet dimeşînin dike armanc û wiha axivî: “Rastî li ku derê be, çapameniya azad li wê derê ye. Çapameniya azad li pey rastiyan diçe. Di pêvajoyekî ku pîşeya rojnamegeriyê tê binpêkirin de divê em piştgirî bidin rojnamegeran. Divê her kesek li dora vê heqîqetê bibe yek.”   'DIVÊ EM DENG DERXIN'    Nûçegihanê Rojnameya Guney Mahmût Sonmez jî destnîşan kir ku çapameniya azad her tim bi zextên desthilatê re rûbirû maye. Sonmez anî ziman ku kengî desthilat teng dibe, rojnamegerên ku rastiyan digehînin gel dike armanc û got: “Ev tundî tenê li ser endamên çapemeniya kurd berdewam dikin. Îro dora rojnamevanê kurd e, sibê dora rojnamevanên alîgirên îktidarê ye. Tevahî saziyên muxalîf, partî û sendîka divê li çapameniya azad xwedî derbikevin. Divê em li dijî vê bêhiqûqiyê bên cem hev û deng derxin.”   ‘DIVÊ EM BIBIN YEK'    Nûçegihana Rojnameya Îmecê ya Mêrsînê Elîf Kûrttaş jî destnişan kir ku desthilat dixwaze dengê rojnamegerên ku rastiyê tînin ziman qut bike û derbarê binçavkirina rojnamegevan de wiha got: “Binçavkirina 20 rojnamegerên li Amedê, nîşaneya polîtîkayên ji hev cudakirinê ye. Rojnamegerên ku bi awayekî bêalî, rast nûçeyan çêdikin ji ber xizmeta berjewendiyên îqtîdarê nakin û lewma dibin armanca zextên îktidarê. Divê em wek rojnamegeran bên cem hev û bi hev re tevbigerin. Dema em bibin yek wê ev pêvajoyê derbas bibe. Têkoşîn û berxwedana bêrêxistinî bi ser nakeve."