Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû 2022-06-10 11:34:28   ENQERE - Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Îzmîrê û Girtîgeha Beşîkduzuyê weşanên ku Wezîrê Karên Hundir Soylû rexne dikin nadin girtiyên siyasî.    Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Îzmîrê tên ragirtin, binpêkirinên mafan ên ku dijîn bi nameyekê ji parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû re şandin. Gergerlîoglû jî têkildarî binpêkirinên mafan ên tên jiyîn, ji bo Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bibersivîne bi pêşniyazpirsekê mijar anî rojeva Meclîsê.    DI GIRTÎGEHÊ DE HESASIYETA SOYLÛ    Di nameyê de hate destnîşan kirin ku kovar û dergî bisînor in û kovarên ku bi rêya posteyê ji girtîgehê re tên şandin nayên qebûlkirin û hate diyarkirin ku dergiyên ku aboneyên wan in ji ber desthilat û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû rexne dikin nadin wan. Hate diyarkirin ku Kovara Kafka Okûr jî bi gotina “Kovar ne diyarî ye” nedane wan.    CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ    Di nameyê de hate diyarkirin ku girtî Haci Demîr, Riza Ozçolak û Guven Usta yên mafên wan ên kovar, pirtûk û sohbete hate astengkirin, ji ber çalakiya rûniştinê ya pêk anîbûne lêpirsîn hatiye vekirin û cezayê hucreyê yê rojane ku bi heman hincetê hatibû dayîn hatiye pejirandin. Girtiyan di nameyê de dan zanîn ku bi hinceta “berzkirina dirûşmeyan û gotina sirûdan a belasebep” mehekê cezayê hücreye li Bekîr Şîmşek, Haci Demîr, Remzî Ûçûçû, Riza Ozçolak, Şerîf Tûrûncû, Servet Goçmen, Guven Ûsta hatiye birîn û wiha gotin: “Ji ber girtî Demîr, Ûçûcû, Ozçolak û Ûsta li dijî lêgerînê derketine 11 roj cezayê hucreyê dane wan. Saetên hewadarkirinê yên girtiyên cezayê muebbeta girankirî lê birine Servet Goçmen û Şerîf Tûrûnç ji sê saetan daxistine du saetan û derbarê Goçmen ê rewş şermezar kiriye de jî 3 lêpirsînên cuda hatine vekirin.”   Girtiyan di nameyê de diyarkirin ku qedexeyên ragihandinê jî didomin û wiha gotin: “Nameya ku Bekîr Şîmşek derbarê binpêkirinên mafan de ji hevalên xwe re şand, hatiye astengkirin. Îtîraza hate kirin ji aliye 1’emîn Dadgeha Înfazê ve hatiye redkirin.” Dîsa hate diyarkirin ku xirqeyên bikum, cihazê akortê, korderzî, boyaxê pêlavê li kantînê tên firotin lê nadin girtiyan.    HEFTEYÊ 2-3 CARAN LÊGERÎNÊ DIKIN   Ûmût Şenkozat ê li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuya Trabzonê tê ragirtin, jî binpêkirinên mafan ên ku dijî bi rêya nameyê ji Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş re vegotin. Şenkozat, diyar kir ku rojname, kovar û pirtûkan nadin wan lê kovara “Deger” a ji aliye Wezareta Dadê ve tê derxistin li wan tê ferzkirin. Şenkozat, bi lêv kir ku bi qawişên edliyan re di heman korîdorê de tên ragirtin bi wan re derdikevin hevdîtinê, malbatên wan pirsgirêkan dijîn û diyar kir ku ev pêkanîn dibe sedemê dilnerehetiyê. Şenkozat, da zanîn ku tiştên li kantînê tên firotin jî gelek bihane û binpêkirinên mafan wiha vegotin: “Xwarinê gelek kêm didin. Radyoyên du qenal nadin me. Rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel, Oksîjen, Kararê nadin me. Biryara binpêkirina maf a Dadgeha Makeqanûnê heye lê nadin me. Tevî ku me daxwaz kir jî destur nadin ku em televîzyonên weke Halk Tv, Tele 1, KRT temaşe bikin. Gelek caran lêgerînê dikin, carna hefteyê 2-3 caran lêgerînan dikin. Ji berk u girtîgeh ji malbatên me re dûr e, malbatên gelek hevalên me nikarin werin vê derê. Tevî ku mafê lêgerîna bidîmen yê herkesê heye jî nadin me.”