‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin' 2022-06-10 09:09:36 ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne kêmî yên dema 12'ê Îlonê ne û gotin, girtiyên nexweş ên nayên dermankirin bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.    Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her diçin zêdetir dibin. Li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê Onûr Yilmaz, di 17'ê Gulanê de ragihandibû ku li dijî kiryarên xirab û îşkenceya midûrê girtîgehê Alî Haydar Ak dest bi rojiya mirinê kiriye. Li Girtîgeha Afyon a Jimare 1 a Tîpa T'yê jî girtî Rizgar Tûrhan, Cûmalî Yildirim, Mehmet Emîn Dal, Îsmaîl Çevîk, Cîhat Ograş, Firat Beyazer û Velat Kazanççi jî di 25'ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn.    Nûnerên rêxistinên civaka sivîl tahde û çewisandinên li girtîgehan nirxandin.      'BINPÊKIRIN LI DIJÎ RÛMETA MIROVAN E'   Berdevkê Komîsyona Girtîgeha a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Ahmet Çîçek anî ziman ku li girtîgehan qanûna bingehîn û peymanên navneteweyî esas nayên girtin û bi taybetî jî piştî helwdana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li girtîgehan pêkanînên rêvebiriya awarte berbelav bûne. Çîçek, bi domdarî wiha got: "Qawîşên qelebalix hatin çêkirin. Di qawîşên 3 kesî de nêzî 30 kes dimînin. Ev dijî rûmeta mirovan e."    SERLÊDAN ZÊDE BÛNE   Çîçek destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne kêmî yên dema 12'ê Îlonê ne û bi taybetî jî li girtîgehên herêma Egeyê binpêkirinên mafan pir zêde bûne û wiha pê de çû: "Tim ji ber binpêkirinên mafan serî li komeleyê tê dayîn. Hevdîtina bi malbatan re tê astengkirin. Girtî di warê peydakirina pirtûk, rojnameyan de zehmetiyê dikişînin. Weşanên bi kurdî jî hema bibêje qet tune ne. Girtî dixwazin van pêkanînan ragihînin raya giştî. Lê ji ber ku rêvebiriya girtîgehê jî xwe li bêdengiyê datîne girtî jî dest bi greva birçîbûnê yan jî rojiya mirinê dikin. Divê civak jî li ber van binpêkirinên mafan hesas be."    ‘BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATINE HIŞTIN'   Hevseroka Komeleya Xizmên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TÛHAYDER) Nîlay Guleser anî ziman ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke mutleq tê pêkanîn û ev tecrîd pêl bi pêl li girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye. Guleser bilêv kir ku bi tecrîdê re binpêkirinên mafan û zext zêde bûne û wiha berdewam kir: "Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Gelek girtiyên înfaza xwe temam kirine ji aliyê desteyên çavdêrî û îdareyê ve belesebeb înfaza wan tê şewitandin an jî tê taloqkirin. Ji ber vê li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirine û li Girtîgeha Kiriklarê hin girtî dest bi rojiya mirinê kirine."    Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Coşkûn Ustercî jî ragihand ku li girtîgehan bi taybetî di warê peydakirina av, xwarin û derfetên tenduristiyê de pirsgirêk hene û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku ev pirsgirêk bi salan e nayên çareserkirin bi taybetî rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Ev tê wateya binpêkirina qedexeya îşkence û kiryara xirab."    ‘GIRTÎ NAYÊN DERMANKIRIN'   Ustercî destnîşan kir ku li girtîgehan girtiyên nexweş di warê xwegihandina tenduristiyê de bi prisgirêkên mezin re rû bi rû dimînin û got, di dema revîrê de, di dema sewqkirina nexweşxaneyê de bi prisgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Ustercî bilêv kir ku li nexweşxaneyan muayeneya bi awayekî kelemçekirî li girtiyên enxweş tê ferzkirin û wiha derbirî: "Gelek girtî li ber vê radibin û bêyî muayene bibin cardin tên girtîgehê. Girtî muayene bibe jî dermanên tên nivîsandin dereng digihên wan. Gava divê emeliyat bibin jî, ev bi derengî tê kirin. Ev hemû ji ber pirsgirêkên pergalî ne."   REWŞ XIRAB E   Ustercî li ser raporên Saziya Tiba Edlî yên "dikare di girtîgehê de bimîne" jî sekinî û got, ji ber vê gelek girtiyên rewşa wan xirab an jî temenê wan mezin nikarin sûdê ji berdana bi kontrol bigirin. Ustercî, axaftina xwe wiha qedand: "Ev pêkanîn bi awayekî kêfî tên kirin. Wezareta Dadê di warê serwextkirina civakê de karê xwe baş nake. Di destpêka 2022'yan de bi qasî ku me tespît kiriye 22 girtî jiyana xwe ji dest dane. 12 jê ji ber tenduristiyê jiyana xwe ji dest dnae û 8 jê jî tê gotin xwe kuştine. Sedema mirina 2 kesan jî nehatiye ragihandin. Ev yek nîşan dide ku bê rewş çi qasî dijwar e."    MA / Delal Akyuz