Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe 2022-06-10 09:07:55   RIHA - Endamê Meclisa Partiyê ya DBP'ê Salîh Mevalî ku tev li Meşa Gemlîkê ya ewil bûbû anî ziman ku dê bi hestên 17 sal berê cardin tev li Meşa Gemlîkê bibe û wiha got: "Divê her kes berê xwe bide Îmraliyê. Em deriyên girava Îmraliyê bişikînin."    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Zêdetirî salekê ye xeber ji Ocalan nayê girtin û hevdîtina bi malbatê û parêzeran re jî tê astengkirin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê Hezîranê de li dijî tecrîdê ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixe.  Meşa Gemlîk ku ya ewil di sala 2005'an de hatibû lidarxistin, dê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî di 12'ê Hezîranê de cardin bê lidarxistin. Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîh Mevalî ku di 2005'an de tevlî Meşa Gemlîkê ya ewil bûye bibîr xist ku li hemberî hemû astengîyan jî bi hezaran kes berê xwe dan Girava Îmraliyê û got, wê di 12'ê hezîranê de dîsa bi heman hestiyariyê tev li Meşa Gemlîkê bibe.    ‘BIRÎNEKE KÛR'   Mevalî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan ku 23 sal in berdewam dike û wiha got: "Girtîna birêz Ocalan di serî de ji bo gelê kurd û bi tevahî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn birînek kûr e. Birêz Ocalan bi komploya 9'ê Cotmeha 1998'an dîl hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di sala 1996'an de li Şamê xwestin  bi teqemenîyê sûîqastekê bikin, lê bi ser neketin. Piştî êrîş bi ser neket, vê carê komployek çêkirin. Wê demê projeyeke demdirêj dan destpêkirin."   Bi domdarî Mevalî anî ziman ku gel bi xwedîderketinê komploya li hemberî Ocalan pûç kiriye û wiha domand: "Pêşî ji bo birêz Ocalan digotin Rêberê PKK'ê, bi dû re gotin Serokê Gelê Kurd lê niha tê gotin Serokê Gelan. Pirtûkên birêz Ocalan li zanîngehên Ewropayê ji bo perwerdehiyê tên bikaranîn. Gelê kurd û hogirên wan her wextî xwedî li birêz Ocalan derketin. Ji bo azadîya birêz Ocalan her wextî di nava tevgerê de bûn. Gelek keç û xortên vî gelî gotin 'hûn nikarin Roja me tarî bikin' û laşê xwe dan ber êgir."   'GEL BERÊ XWE DA ÎMRALIYÊ'    Di berdewamê de Mevalî bibîr xist ku çalakiya Meşa Gemlîkê a yekemîn di 4'ê Îlon a 2005'an de hatiye lidarxistin û wê demê deng vedabû. Mevalî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xwestin asteng bikin lê dîsa bi hezaran kes tevli meşê bûn. Wê demê ez di baskê ciwanan a DTP'de bûm. Em bi kêfxweşî ji Rihayê tevlêbûn. Gelek astengî hebûn, lê  dîsa jî gel berê xwe da Îmraliyê. Dema em vegeriyan li navçeya Bîlecik Bozuyukê em bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû man. Ji ber ku gelek kes tevlî meşê bûn, hêz nekirin. Li hemberî êrîşa nîjadperest li hemû derê welêt xwedî derketinek mezin çêbû. Dema em gihîştin Amedê bi hezaran kesî em pêşwazî kirin. Gel bi wê meşê got, 'birêz Ocalan îradeya min e.'"   'GEL BÊRÛMETIYÊ QEBÛL NAKE'    Mevalî destnîşan kir ku li seranserê cîhanê mînakeke wekî tecrîda li Îmraliyê tune ye û wiha pê de çû: "Li Îmraliyê wahşetêke mezin heye. Dewlet zagonên xwe binpê dike. Malbat, parêzer û heyet nikarin birêz Ocalan bibînin. Tecrîd, ev 23 sal in berdewam dike. Ev nayê qebûlkirin. Tiliya saziyên navneteweyî û yên neteweyî di vê bê hiqûqiyê de heye. Tecrîda li Îmraliyê tenê ne li ser birêz Ocalan, li ser tevahiya gelê kurd tê pêkanîn. Gelê kurd li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Di hemû hêlan de êrîşî gelê kurd dikin, lê gelê kurd gavekî paş ve navêje. Gel tecrîdê qebûl nake. Gundên vî gelî hatin şewitandin, keç û xortên wan hatin kuştin, hatin koçberkirin lê tu carî bêrûmetiyê qebûl nakin. Wê gel li îradeya xwe xwedî derkeve."   'BI HEMAN HESTIYARIYÊ...'    Mevalî ji bo Meşa Gemlîkê ku dê di 12'ê Hezîranê de bê lidarxistin bang kir û di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Bila hemû kes 12'ê mehê berê xwe bide Îmraliyê. Em deriyê giravê bişikînin. Em tenê doza rakirina tecrîdê nakin, em doza azadiya birêz Ocalan jî dikin. Êdî diêv birêz Ocalan rizgar bibe û di nava gel de be. Ew sîstema ku birêz Ocalan tecrîd dike bi xwe hat tecrîdkirin. Niha qeyran di her hêlê de zêde dibin. Divê rojek berî rojekê saziyên navneteweyî herin Îmraliyê. Ez ê dîsa bi wê hestiyariya 17 sal berê berê xwe bidim Îmraliyê. Agirek heye û yê ku avekê li wî agirî bike birêz Ocalan e."   MA / Emrûllah Acar