Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze 2022-06-10 09:04:15   STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol diyar kir ku li navçeyan amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin û wiha got: "Çareseriya bê Ocalan ne pêkan e. Lewma ev meş ji bo xwegihandina çavkaniya çareseriyê pir girîng e."    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bênavber didome. Her wiha zêdetirî saleke jî tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Parêzerên wî herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kiribûn û birayê wî Mehmet Ocalan jî di 25'ê adara 2021'ê de bi telefonê pê re axivîbû. Ji wê çaxê heya niha xeber ji Ocalan nayê girtin û serlêdanên ji bo hevdîtinê jî yan tên redkirin an jî nayên bersivandin. Ji ber vê yekê fikarên gelê kurd zêde bûne.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED (MED TÛHAD-FED) dê di 12'ê hezîranê de li dijî tecrîda ber bi Gemlîkê ve "Meşa Mezin" li dar bixe.  Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol li ser amadekariyên ji bo meşê û girîngiya meşê axivî.    TECRÎD AWAYEKÎ RÊVEBIRIYÊ YE   Bîrol bilêv kir ku meseleya kurdî îro ro bûye meseleyeke navneteweyî û bandorên wê yên li Rojhilata Navîn êdî bi awayekî berbiçav tên dîtin. Bîrol anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahiya welêt berbelav bûye ji ber meseleya kurdî ye û got, bi vê polîtîkaya derî aqil û wijdanê re peyamek tê dayîn ji bo kurdan û hêzên demokratîk. Bîrol destnîşan kir ku dewlet gava dixwaze peyamekê bide kurdan ewilî tecrîda li Îmraliyê zêde dike û wiha got: "Tecrîd, rejîmeke îzolasyonê ye. Îro ro ev rejîm piştî li Îmraliyê hat pêkanîn li tevahiya welêt berbelav bû. Tenê ne li girtîgehan, li tevahiya civajê belav bûye. Dixwazin zemîneke antî-hiqûqê çêbikin."    ÇAVKANIYA ÇARESERIYÊ OCALAN E   Bîrol destnîşan kir ku meşa ku dê partiyên siyasî û sazî û rêxistinên demokratîk di 12'ê Hezîranê de li dar bixin ne gaveke hêsan e û got, ji ber ku çavkaniya tevahiya meseleyan Îmralî ye, ev meş jî ji ber vê hindê hatiye plankirin. Bîrol têkildarî vê tespîta xwe ev tişt anî ziman: "Ev gav, ne gaveke ku em bêjin 'hat aqilê me û me got em bikin.' Ev meş, ji bo em balê bikişînin ser meseleyên li welêt tê lidarxistin. Ji bo li welêt atmosfereke demokratîk rû bide tê lidarxistin. Ev gel êdî ji xizanî, mirin û înkarkirinê bêzar bûye. Ev, pratîka 'êdî bes e' ye. Ev peyamek e. Em tenê behsa kurdan nakin. Em behsa jiyaneke civakî ay demokratîk a welatekî dikin. Lewma divê atmosfera ku êdî kes nikare tê de bêhnê bistîne bê guherandin."    XEBATÊN LI STENBOLÊ   Bîrol bilêv kir ku ev meşa ku bi temamî çalakiyeke demokratîk e, daxwaza piraniya civakê ye û nêrîna partiya wan a têkildarî vê polîtîkaya tecrîdê tê zanîn. Bîrol anî ziman ku li navçeyên Stenbolê xebatên wan ên ji bo meşê bênavber didomin û di çarçoveya van xebatan de heya niha belavok belav kirine û bi gel û rêxistinên civaka sivîl re civiyane. Bîrol, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her kes dibêje ku ev meş pêdiviyeke mezin e û gaveke derengmayî ye. Wisa difikirin ku çareseriya meseleya kurdî bê Ocalan ne pêkan e û divê tecrîd bê şikandin. Bi rastî jî gava van titşan gotin pir jidil bûn. Gel dixwaze ji vê hesta xirabiyê ya li seranserê civakê belav bûye xelas bibe û bi awayekî azad jiyana xwe bidomîne. Ji bo vê jî baş tê zanîn ku hemû gavên Ocalan ên di vî warî de gavên çareseriyê ne. Ev di navbera 2013-2015'an de hatibû testkirin."    VEXWENDIN   Bîrol anî ziman ku dê bi vê meşê re ku armanca wê jiholêrakirina pergala der exlaqî, wijdanî û hiqûqî ye, bi awayekî demokratîk zorê bidin desthilatê û bang li her kesî kir ku di vî warî de çi dikeve ser milê wan bike û rola xwe bilîze. Bîrol, axaftina xwe wiha qedand: "Ji bo xwegihandina çavkaniya çareseriyê ev meş, meşeke pir girîng e. Em hemû kesên divê di vî warî de xwedîg otin bûn û tevahiya gelê xwe bı coşeke mezın vedixwînin meşê."    MA / Ergîn Çaglar