Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne 2022-06-10 09:01:32   ŞIRNEX - Jinên Şirnexî bertek nîşanê birîna daran a li herêmên Besta, Cûdî û Gabarê dan û destnîşan kirin ku divê tu kurd ji vê talankirina erdnîgariyê re bêdeng nemîne.   Di çarçoveya êrişên leşkerî de birîna daran ku di bin kontrola leşkeran de bi deste cerdevanan li herêmên Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar dest pê kiriye bê navber didome. Li gundên Girê Sor, Xêrga Girê Guzgê, Tenûra , Girê Gêsin, Çalpîjîna, Baskê Qulinga, Mêrgumar, Kaniya Mîr, Bîratetûm, Bîrapêşû, Cinîwer, Berûzer, Rîsor, Naviyan, Çiyayê Cudî, Benavya, Girê Sîvê, Pişta Reşa, Çemê Mezin û Kurta Xanî bi hezaran dar tên birîn. Darên ku tên birîn jî li gundên Rîsor û Navîyanê tên komkirin û dûv re li qada Sanayiyê ya girêdayî gundê Avgamasya yê Şirnexê bi kamyon û TIR’an ji bajarên derve re tên şandin.   Jinên Şirnexî bertek nîşanî birîna daran dan û destnîşan kirin ku divê hemû gel li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind bike.   ‘EM NAXWAZIN XWEZAYA ME WERE TALANKIRIN’   Ayşe Kilinç (48) bi lêv kir ku bi salan e xwezaya herêmê tê talan û werankirin û wiha axivî: “Em naxwazin darên me bibirin û xwezaya me qir bikin. Heywanên me li ser dijîn, her wiha dar û baxçeyên me hene. Darên me dibirin û ji derve re difiroşin. Her roj bi dehan kamyonên ku pişta wan tijî dar hene derbas dibin. Em gava van kamyonan dibînin diqehirin. Hemû erdên me kirin çol û beton. Berê ne wisa bû. Xwazeya me gelek bi şînahî bû, li her derê daristan hebû. Niha hemû şînahî çûye û bûye çol.”   ‘DIVÊ EM DESTÛR NEDIN KU DARÊN ME BIBIRIN’   Kilinç, destnîşan kir ku divê tu kurd nehêle xwezayê wan were tune kirin û got: “Ez bang dikim ku hemû welatî li dijî vê talankirina xwezayê derbikevin û destûrê nedin ku darên me bibirin. Niha li Bestayê dixwazin hemû daran tune bikin. Darên ku emrê wan gelek mezin in dibirin û heyfe ji wan re. Divê ku kurd li dijî vê bêdeng nemînin.”   ‘HEM DARAN DIBIRIN HEM JÎ ÇIYA Û DARISTANAN DIŞEWITÎNIN’   Zozan Kilinç (45) jî diyar kir ku hem pêşiya debara welatiyan tê girtin hem jî jiyana xwezayî tê talankirin û wiha got: “Li vir fabrika û tiştek din nîne. Lewma hem ji aliyê tunekirina qadên şînahî hem jî tunekirina debara welatiyan ve bi xeter e. Divê tu kurd nehêle ku ev dar werin birîn. Ev komkujî bandorê li ser jiyana hemû zîndewaran dike. Her wiha gund jî tên qedexe kirin. Hem daran dibirin hem jî çiya û daristanên me dişewitînin. Sala par li çiyayê Cudî talan û rûxandinek gelek mezin pêk anîbûn. Niha jî daran dibirin, pişt re jî qadên ku daran lê dibirin dişewitînin.”