Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin 2022-06-09 23:30:24   TEKIRDAG - Li Tekirdagê ji siyasetmedarên hatibûn binçavkirin 11 kesên din jî hatin girtin.    Di çaçroveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekirdagê de di 3'yê Hezîranê de rêvebirên bajêr û navçeyan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 36 siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Paşê 3 siyasetmedarên derbarê wan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn jî hatibûn binçavkirin.    Li midûriyeta polîsan ji siyasetmedarên hatin binçavkirin pirsên wekî "Te di avakirina HDP'ê de cih girtiye yan na?", "HDK bi fermana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin an na?" hatine pirsîn.    Duh piştî îfadeya li midûriyeta polîsan ji 39 kesan 15 kes sewqî Edliyeya Tekirdagê hatin kirin. Siyasetmedarên ku li dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îfadeyên wan hatin girtin sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê 8 kesan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtin û 4 kes jî berdan.    Piştî lêpirsîna li dadgeriyê ku heya derengê şevê dewam kir îro ber destê sibehê Evîn Filîz jî bi heman îdiayê hat girtin û Huseyîn Bagiş û Îlyas Karaçayir jî hatin berdan. Ji xeynî vê îfadeya li midûriyeta polîsan a 24 siyasetmedarên din jî îro bi dawî bû. Ji siyasetmedarên sewqî edliyeyê hatin kirin Mercan Hantekîn, Gulcan Çîgdemlî, Gîzem Kuzuk, Hîlal Cîvîl Bakir, Mehmet Mermer, Selahattîn Atay, Mehmet Alî Koseoglû, Eyup Ulgen, Hasan Hergul û Mehmet Bokûr bi heman îdiayê hatin girtin. Tê payin ku dê 14 siyasetmedarên din jî sibê bibin dadgehê.    Di nava siyasetmedarên duh û îro hatin girtin de Sadî Ozdemîr ê ji sedî 98 astengdar jî heye. Hat diyarkirin ku Ozdemîr jiyana xwe bi tûpê oksîjenê didomîne û Serdar Firat ê 74 salî jî pençeşêr pê re heye.