Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin 2022-06-09 16:36:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Çapemeniyê têkildarî binçavkirina rojnamegeran a li Amedê daxuyaniyek da û wiha got: “Divê demildest dev ji tawanên weke ‘terorîst’ û ‘terorê’ yên li rojnamegeran tên kirin berdin. Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin.”    Konseya Çapemeniyê têkildarî binçavkirina 20 jê rojnameger bi giştî 21 kesan a li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuaniyê de hat xwestin ku rojnamegerên binçavkirî di zûtirin demê de bên berdan û ev tişt hatin gotin: “Heke delîlên şênber li ber dest nebin, divê rojnameger ji azadiya xwe neyên mehrûmkirin. Divê lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ve hatiye destpêkirin demek beriya demekî bi dawî bibe.”    Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Duh li Amedê gelek rojnameger hatin binçavkirin û îro jî di çalakiya sendîkavanan a li pêşiya TUÎK’ê de gelek rojnamegerên ku çalakî dişopandin hatin astengkirin. Rojnamegerên ku şahidiya bikaranîna mafê herî demokratîk ê gel û rêxistina civaka sivîl dikirin, rastî nêzikatiyeke dermirovî hatine û hatin astengkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Karê rojnamegeran, çêkirina nûçeyan, parastina mafê agahîgirtinê ya gel û zanîna rastiyan e. Divê di zûtirin demê de dev ji tawanên xwe yên weke ‘terorîst’ û ‘teror’ ên li rojnamegeran tên kirin berdin.”