Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin 2022-06-09 14:15:17   MÊRSÎN - Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin, diyar kirin ku heta daxwazên wan bên bersivandin wê bidomînin.   Girtiyên ku li dijî pêkanînên bikêfî û zextên li Girtîgeha Hejmara 1 a bi Tîpa T a Afyonê derketibûn û di 25'ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn, diyar kirin ku greva xwe didomînin. Gardiyanan, di 26'ê gulanê de bi ser qawişên 8 girtiyên ku ketin greva birçîbûnê de girtin û kirin hucreyên yekkesî. Girtî li hucreyên yekkesî jî greva xwe didomînin û 2 girtiyên din jî tev lî wan bûn. Girtiyan, bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û ragihandin ku grevê didomînin û heta daxwazên wan bên bersivandin çalakiyên xwe bidomînin.    Daxwazên girtiyan wiha ne:   "* Bila jimartina li ser piya bê bidawîkirin.    * Cezayê bikêfî yên hucreyên yekkesî bên bidarîkirin.    * Bila şewitandin û taloqkirina înfazê ya girtiyên ku cezayên wan qediyane bên bidawîkirin.    * Bila girtiyên nexweş li revîr û nexweşxaneyan di şertên guncav de bên tedawîkirin."   Girtiyan ji siyasetmedar, ronakbir, nivîskar, çapamenî û raya giştî daxwaz kirin ku piştgirî bidin daxwazên wan û gotin ku wê teqez bi serkevin.