Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin 2022-06-09 13:30:06   STENBOL - Danişîna doza 46 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê yên ji ber xebatên xwe dihatin darizandin, hate taloqkirin.    25’emîn danişîna doza ku li ser çapemeniyê weke “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tê zanîn û 46 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê tê de tên darizandin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku li Çaglayanê hate dîtin. Rojnameger û xebatkarên çapemeniyê yên di dozê de tên darizandin beşdarî danişînê nebûn lê belê parêzerên wan Gulîzar Tuncer, Ozcan Kiliç, Huseyîn Bogatekîn, Sercan Korkmaz û Merve Turhan di danişînê de amade bûn.   Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û piştre jî dadgehê da zanîn ku biryara girtinê ya derheqê Îsmet Kayhan de pêk nehatiye. Piştre jî mafê axaftinê da dozger û parêzeran. Hem dozgeran û hem jî parêzeran xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    Parêzer Sercan Korkmaz jî da zanîn ku ji ber kar û barên di dema lêpirsînê de, Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) derheqê Serdozgerê Komarê Bîlal Bayraktar (lêpirsîna derheqê rojnamegeran de wî dabû destpêkirin) lêpirsîn daye destpêkirin û xwest ku encama vê lêpirsînê li dosyayê bê zêdekirin.    Dadgehê biryara xwe ya navberê da û xwest ku biryara girtinê ya derheqê Kayhan de bê sekinandin û hincetên hinek parêzeran qebûl bike. Her wiha dadgehê daxwaza Korkmaz qebûl kir. Şandeya dadgehê danişîna taloqî 1’ê kanûnê kir.