Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe 2022-06-09 12:23:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Bîryar Heci Keko, destnîşan kir ku ji bo medyayê Tirkiyeyê piştgirî dide PDK'ê û PDK'ê bi vê piştgiriyê medyaya Başûr kiriye bin kontrola xwe û taybetî ji bo qutkirina dengê muxalîfan bi milyon dolaran pere xerc dike.    Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), ji bo ku desthilata xwe biparêze her ku diçe bêhtir bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Li Herêma Kurdistanê, PDK'ê bi dehan baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê daye avakirin û ev 30 sal in ji êrişên Tirkiyeyê re bêdeng e. PDK ku hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re didomîne, bi piştgiriya leşkerî û çapameniyê hevkariya êrişa Tirkiyeyê ya di 17'ê nisanê de li dijî Zap, Metîna û Avaşînê yên hatine destpêkirin dike.    ARMANC SERWERÎ YE   Rojnemevan Bîryar Hecî Keko ku li Herêman Kurdistanê dijî û rewşa medyayê ya li Herêma Kurdistanê nirxand û bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê. Keko, da zanîn ku êrişên Tirkiyeyê bi Herêma Kurdistanê re sînordar nîn e û dixwaze êrişî Mûsil, Kerkûk, Şengel û Mexmûrê jî bike. Keko, destnîşan kir ku Tirkiyeyê bi êrişên ku pêk tîne armanc dike ku li tevahiya Herêma Kurdistanê serwer bibe.    SÎVÎL TÊN KUŞTIN   Keko, bi bîr xist ku Tirkiye dixwaze sîvîlan bikûje û kuştina sivîla bike stûyê PKK'ê û wiha got: "Taybetî Tirkiye di êrişên hewayî û avêtina topên hawanê de sivîlan dikûje û hewl dide bike stûyê PKK'ê. Me vê yekê di êrişa Bamernê de bi awayekî aşkera dît. Gelek caran deverên cuda yên Herêma Kurdistanê bambebaran kirin û zeviyên welatiyan ên li wan çandinî hatibû kirin şewitandin. Piştre jî dibêjin PKK nahêle ku gel çandiniyê bike. Ev hemû ji bo ku PKK tewanbar bikin pêk tînîn."   GEL HEVKARIYÊ DIBÎNE   Di berdewama axaftina xwe de Keko, destnîşan kir ku gelê herêmê armanca êrişên Tirkiyeyê baş dizane û ev tişt gotin: "Gelê Başur taybetî jî welatiyên li Hewlêr û Dihokê dijîn li ser hesabên xwe yên medya dijîtal vê yekê bi awayekî vekirî tînin ziman. PDK agahiyên ku PKK dê bikeve bajarên Başûr û talan bike belav dikin. Lê gel rastiyan dizane. Her wiha PDK êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê bi gotina 'ji ber ku PKK li vir e êriş çêdibin' meşrû dike. PDK dixwaze bi vî awayî PKK di çavê gel de biçûk û tewanbar bike."   JI BO MEDYAYÊ BI MILYON DOLAR XERC KIRIN   Keko, bi lêv kir ku hevkariya herî girîna a ku PDK bi Tirkiyeyê re dike hevkariya çapameniyê û bi van gotinan bal kişand ser mijarê: "PDK'ê Çapameniya Başûr xistiye bin kontrolan xwe. PDK çawa dixwaze çapameniya Başûr wisa weşanê dike. Gelek rojnameger û weşanên wan bi pere tên kontrolkirin. PDK di çapameniya dijîtal û medya kevneşop de hêzeke bibandor e. PDK'ê vê kontrolê bi piştgiriya Tirkiyeyê pêk tîne. PDK ji bo medyaya dîjîtal bi milyon dolar xerc dike."