Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir 2022-06-09 11:07:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Mihemed Elî Hesen, gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku armanc tolgirtina DAIŞ'ê ye û wiha got: "Hemû pêkhateyên herêmê divê li dijî van çeteyên zordar û dagirker rabin."   Endamê Konseya Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mihemed Elî Hesen, derbarê daxuyaniyên êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeya bi navê "Herêma Ewle" de ji Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) re axivî. Hesen, diyar kir ku bi nêzbûna hilbijartinên Tirkiyeyê re Serokkomarê AKP'İ Tayyîp Erdogan gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û wiha got: "Dewleta tirk hewl dide xeyalên xwe yên Osmaniyan restore bike."   'DIVÊ EM PIŞTA NEDIN HÊZÊN DERVE'   Hesen, diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe qada tevgerê ya hêzên paramîlîter berfirehbike û wiha got: “Timayên dewleta tirk ne nû ne. Dijminatiyeke kevnar li dijî gelên herêmê heye bi taybet gelê kurd. Ev dijminatî dîrokî ye. Ew armanc dike împeratoriya osmanî li ser hesabê gelê kurd vejîne. Lewre divê em van gefan bi awayekî cidî di ber çavan re derbas bikin, pişta xwe nedin hêzên derve ku wê rawestînin. Ji ber ku dema Efrîn, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, ew bêdeng man.    ARMAN TOLGIRTINA DAIŞ'Ê YE   Di berdewama axaftina xwe de Hesen, destnîşan kir ku Tirkiye bi êrişê armanca dike ku tola DAIŞ'ê li herêmê hêlîne û ev nirxandin kir: "Êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmê dê encamên trajedîk bi xwe re bîne û bi sed hezaran sivîl koçber bibin. Dê DAIŞ li herêmê zindî bibe û dê ji Kampa Holê dest bi kiryarên terorîst bike. Ev yek dê fişareke mezin li ser dewletên Ewropayê çêke. lê tu gaveke cidî ji bo rawestandina êrişên dewleta tirk neavêtine."   'RUSYA DESTÛR NADE'   Hesen, bi lêv kir ku hêzên navneteweyî niha êrişa nû ya dewleta tirk erê nakin û wiha pêde çû: "Rewşa Rûsyayê gelek dijwar e. Bi taybet piştî gefên dewleta tirk ên li dijî Til Rifetê. Rûsya nikare destûrê bide Tirkiyê ku êriş bike, ji ber gelek hêz lê hene. Her wiha dagirkirina wê dê li ser Heleb xeteriyekê çêke. Rûs baş dizanin ku Erdogan fêlebaz e, ji ber lihevkirinê ji nû ve vekirina rêya M4 dereng xist.”   BANGA HELWESTA LI DIJÎ ÇETEYÊN DAGIRKER    Ji bo vegera şêniyên Efrînê jî Hesen, banga berxwedanê kir û ev tişt anîn ziman: "Rêya yekane ya vegera Efrînê berxwedan e. Di mîsaqê NY û rêxistinên hiqûqî û mirovî de, têgeha “herêma ewle” tune ye. Ev herêma ku dewleta tirk behsa wê dike, herêmeke leşkerî ye. Ew diwaze milyonek çekdar tevî malbatên wan li wê herêmê bi cih bike. Da ku ji wir êrişî dewletên ereb jî bike. Ji ber wê hemû pêkhateyên herêmê divê li dijî van çeteyên zordar û dagirker rabin."