Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an 2022-06-09 10:28:17   ŞIRNEX - Duh serê sibê polîs û cendermeyan li Şirnexê û gundên wê bi ser gelek malan de girtibûn û gelek kes binçav kiribûn. Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 13’an.    Duh di saetên serê sibê de polîs û cendermeyan li navenda Şirnexê, gundê Avgamasya, gundê Serêdehlê û Konûtên Afet bi ser gelek malan de girtibûn û gelek kes binçav kiribûn. Polîs û cendermeyan li malan bi saetan lêgerîn kiribûn. Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 13’an. Navên kesên ku hatine binçav kirin wiha ne; Nîhat Ustun, Saît Ustun, Abdurahman Altay, Salîh Ceylan, Haci Ustun, Halît Gungen, Adîl Ustun, Omer Gulenç, Nizar Kilinç, Emîn Mungan, Emîn Kulter, Naîm Tûnç, Şoreş Akin.”    Hate diyarkirin ku kesên ku sedema binçavkirina wan nehate zanîn birine Fermadariya Tumenê ya Şirnexê. Her wiha hate zanîn ku hêjmara kesên hatine binçavkirin wê zêdetir bibe.