Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin 2022-06-08 18:18:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Medya Haberê ku ji aliyê çapemeniya AKP-PDK'ê ve hedef hat girtin got: "Em ê li dijî hewildanên desthilatdariya faşîst ên ji bo sernixumandina rastiyê her tim li ser rêgezên rojnamevaniyê û rêça heqîqetê bin. Bila hevalên me demildest werin berdan û dawî li êrîşên li ser çapemeniya azad bê.“   Daxuyaniya ji aliyê Medya Haberê ve hatiye weşandin wiha ye:   “Îro serê sibehê bi êrîşa polîsan li Amedê gelek rojnameger hatin binçavkirin. Hin saziyên medya û çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê û hin saziyên medyaya hewizê bi pey biheqkirina êrîşên berpêyî rojnamevanan ketin. Gotin ku hevpîşeyên me ji ber ku bernameyên Stêrk TV û Medya Haber TV çêkirine hatine binçavkirin.   Girtekên destgîrkirinê nedane parêzerên hevpîşeyên me bixwe jî. Lê hin saziyên çapemenî û weşandinê tevî vê, televizyonên me kirine hedef û nûçeyên bêesl û fesil ên ne li gor exlaqê rojnamegeriyê serwîs kirine.   Em Medya Haber TV ku me ji sala 2017‘an ve dest bi weşanê kiriye, me giringî pê da ku em ji rêgêzên kevneşopiya çapemeniya azad tu tawîzan nedin û ji ser rêça heqîqetê şaş nebin. Me li weşanên xwe, li gor standardên rojnamegeriya navneteweyî û li gor pîvanên heq, huqûq û edaleta gerdûnî dewam kir. Di serî de gelê kurd em di hewila danbihîstina dengê gelên cîhanê, yên biwêdekirî, jin û komên baweriyên cuda, bindest û kedkaran de ne.   Li dijî zext û manîpulasyona li ser civakê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê, weşana me ya xwe ji ser rêça heqîqetê şaş nekir her tim bi êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê re rû bi rû ma. Ev nûçeyên îro li gor dezenformasyonê hatine çêkirin jî nîşaneyên giring ên vê ne.   Em nûçeyên saziyên çapemeniyê yên ji aliyê derûdorên nepenî ve tên serwîskirin û televizyonên me wek hedef nîşan didin, bi tundî red dikin.   Em cardin radigihînin raya giştî ya demokratîk ku em ê li dijî hewildanên desthilatdariya faşîst ên ji bo sernixumandina rastiyê her tim li ser rêgezên rojnamevaniyê û rêça heqîqetê bin. Bila hevalên me demildest werin berdan û dawî li êrîşên li ser çapemeniya azad bê.“