Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn 2022-06-08 17:02:48   AMED - Rojnameger Hafiz Akdemîr di 30’êmîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn. Di çalakiya bîranînê de li ser navê malbatê Veysî Polat axivî û wiha got: “We çima kujerê ku cezayê muebbetê lê hatibû birîn 9 sal piştre berda? Em ji kujer û yên fermana wê dayîn wan re dibêjin ku heke ev hesab ji roja qiyametê re jî mabe dê ji we bê pirsîn.”    Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr di 8’ê hezîrana sala 1992’yan de li Amedê hatibû qetilkirin. Di 30’emîn salvegera qetilkirina rojnameger Akdemîr de Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi tevlibûna gelek rojnamegeran li Kolana Hafiz Akdemîr a li Cehdeya Melîk Ahmed ku lê hatibû qetilkirin, merasîma bîranînê li dar xist. Di merasîmê de endamên malbata Akdemîr, hevalên wî yên xebatê, rojnameger û rêveberên Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED DER) û rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amade bûn.    Di bîranînê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu daxuyanî xwend. Muftuoglu, ji ewil got ku wisa plan kiribûn ku hevserokê wan Serdar Altan daxuyaniyê bixwîne lê belê hatiye binçavkirin. Bi domdarî Muftuoglu wiha got: “Rojnameya Ozgur Gundemê ji ber ku rastiya bûyerên li herêmê radigihand, dibû hedefa êrişan. Di salên 90’î de li vî welatî gund dihatin şewitandin û bi kiryarên nediyar re mirov dihatin kuştin. Rojnameya Ozgur Gundemê jî ew bûyer radigihandin lewma dibû hedefa JÎTEM’ê. 30 jê nûçegihan bi giştî 76 xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê hatin qetilkirin.”    ‘HEDEF HAT GIRTIN’   Di berdewamê de jî Muftuoglu da zanîn ku yek ji wan rojnamegerên hatine qetilkirin jî Hafiz Akdemîr bû û wiha domand: “Dema hatiye qetilkirin, 27 salî bû. Di Rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi rojnamegeriyê kir. Piştî girtina Yenî Ulkeyê jî li buroya Rojnameya Ozgur Gundemê ya Amedê dest bi xebatê kir. Akdemîr, nûçeyên greva birçîbûne ya li avahiya Partiya Kedê ya Gel (HEP), berxwerdana karkerên tekelê û kesen ku gundên wan hatine şewitandin çêkirin. Piştî ku derheqê Hîzbûllah û kontrgerîlayan de dest bi çêkirina nûçeyan kir, hedef hate nîşandan. Di sersibehê de hin kesên nayê zanîn bê ka kî ne, nivîsa ‘Em ê pênûsa we bişikînin, dora we ye’ bi deriyê buroyê ve kiribûn.”    ‘KUJER SERBEST BERDAN’   Bi domdarî Muftuoglu daxuyand ku piştî wê nîşeyê, Akdemîr di 8’ê hezîrana sala 1992’yan de li kolana ku navê wî lê hatiye kirin hate qetilkirin û wiha pê de çû: “Piştî qetilkirina Akdemîr, lêpirsîn hate destpêkirin. Lê belê di 8 salan de tu pêşketin çênebûn. Dewletê di salên 90’î de berpirsyarê Hîzbûllahê Huseyîn Velîoglu bi kar anî. Piştî ku di 17’ê çileyê de li vîlayeke Beykoz a Stenbolê hat kuştin, li Amedê doza Hîzbûllahê vebû. Di wê dozê de 188 kujer ku kujerê Hafiz Akdemîr jî di nav de bû, hatin darizandin. Diyar bû ku kujerê wî Cîhan Yildiz ê nasnavê ‘Huseyîn’ bi kar di anî ye. Yildiz, bi cezayê muebbetê hate darizandin lê belê AYM’ê biryara binpêkirinê da û piştî 9 salan hate berdan. Tê gotin ku Yildiz reviyaye kampa Hîzbûllahê.”   ‘HAFIZ AKDEMÎR NEMIR E’   Piştre jî li ser navê malbata Akdemîr, Veysî Polat axivî. Polat, diyar kir ku di 30’emîn salvegera qetilkirina Akdemîr de rojnameger hatine binçavkirin û wiha axivî: “Yên ku Akdemîr qetil kirin, ne dizanîn ku ew bibe nemir. Digotin ku qey dê qetil bikin û biqedînin. Lê xwe xapandin. Ev 30 sal in em li vê kolanê wî bi bîr tînin. Navê wî li vê kolanê hatiye kirin û wêneyên wî di malan de hene. Kesên tên vî bajarî navê wî dibînin û hay jê dibin ku dema karê rojnamegeriyê dikir hatiye qetilkirin. Şahidê bûyerê tenê ez bûm lê şahidiya min qebûl nekirin. Lê dadgehê biryareke adilane neda. Em ji vir dipirsin, gelo we çima kujerê ku înterpol jî lê digere berda? We çima kujerê bi cezayê muebbeta giran dihat darizandin 9 sal piştre berda? Em ji kujer û yên ferman dayîn wir re dibêjin ku heke ev hesab ji qiyametê re jî bimîne em ê wê hesabê ji we bipirsin.”