Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an 2022-06-08 16:55:52   AMED - Li Amedê hejmara binçavkirina rojnamevanan derket 21’an. Rojnamevan Mehmet Elî Ertaş jî hat binçavkirin û 10 saetan kelemçekirî hat sekinandin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî rojnamevanên kurd lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de serê sibehê Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf  Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Mehmet Yalçin hatin binçav kirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Feynaz Koçuk jî li Stenbolê hat binçavkirin.    ERTAŞ 10 SAET BI KELEMÇEKIRÎ HAT SEKINANDIN    Di serdegirtina malan a li Amedê de rojnamevan Mehmet Alî Ertaş jî hat binçavkirin. Polîs hê jî li cihê ku Ertaş lê dimîne lêgerînê pêk tîne û Ertaş 10 saetan kelemçekirî hat sekinandin û piştre birin Midûriyeta Polîsan.    AKDENÎZ Û BAYRAM JÎ HATIN BINÇAVKIRIN    Rojnamevan Lezgîn Akdenîz û Kadîr Bayram jî ku ji navçeya Çinarê dihatin navenda Amedê bi rê de hatin bi hêceta “îfadeya we heye” hatin binçavkirin. Nehat zanîn ku Akdenîz û Bayram di çarçoveya kîjan lêpirsînê de hatin binçavkirin.      Tê diyarkirin ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.