Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin 2022-06-08 15:43:26   ÎZMÎR - Hevserokê HDP'a Konakê Abdulvahap Bal ku tev li Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hat şewitandin bû, diyar kir ku bi meşa ber bi Gemlîkê ve li dar bixin dê tecrîdê bişikînin.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hat şewitandin a li Îzmîrê di roja 71'an de li Girtîgeha Kiriklari ya Bûca ya Îzmîrê berdewam kir. Rêveberên HDP'ê yên navçeyên Konak û Torbaliyê serdana malbatên ku li ber derê girtîgehê hatin gelhev kirin. Malbatan, berdilkên li ser wan nivîsa "Ji girtiyên nexweş re azadî" nivîsandî li xwe kirin û timik dûrişmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" , "Bijî berxwedana zindana" , "Maf, hiqûq û edalet" berz kirin.    MEŞA GEMLÎK    Hevserokê HDP'a Konakê Abdulvahap Bal, li vir axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê belavî tevahiya civakê bûye û û wiha got: "Girtiyan tedawî nakin û wan bernadin. Demeke dirêj e dayik li vir Nobeta Edaletê digirin. Daxwazên dayikan hiqûqî ne û em jî li pişt wan in. Em ê jî li dijî nzextên li girtîgehan û tecrîda sûcê mirovahiyê bimeşin Gemlîkê. Em ê vê tecrîdê bişikînin."   'BILA PÊKANÎNÊN BÊHIQÛQÎ BÊN BIDAWÎKIRIN'   Hevseroka HDP'a Konakê Azîze Çelebî jî diyar kir ku li girtîgehan zext û binpêkirinên mafan pêk tên. Ev pêkanîn ne hiqûqî ne. Daxwazên malbatan meşrû ne. Bila pêkanînên nehiqûqî demildest bên bidawîkirin."