‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû 2022-06-08 15:42:46   STENBOL - Tevî ‘şahidê nepen’ hat gazîkirin jî tev li danişîna doza derbarê parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de hatiye vekirin, nebû.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmût Taşçi û Mehmet Selîm Okçûoglû bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin. Danişîna 4’emîn a doza parêzeran li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Rêzan Sarica û Baran Dogan di danişînê de amade bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan parêzerê Selîm Okçûoglû yê tê darizandin, Metîn Îrîz diyar kir ku dozeke bi heman sûcdariyan derbarê muwekîlê wî de li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dihate dîtin ketiye, lê evraqên wê nehatine dîtin û xwest ji bo xwestina evraqan nivîsek bê nivîsîn.    ŞAHIDÊ NEPEN HATE GAZÎKIRIN   Pişt re dozgeriyê mafê axaftinê girt û xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dadgeha ku biryara xwe aşkera kir, diyar kir ku tevî şahidê nepen hatiye gazîkirin jî tev li danişînê nebûye, ji ber vê yekê derbarê wî de careke din kirariyên anînê dê werin pêkanîn û danişîn taloqî 12’ê Cotmehê kir.