Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin 2022-06-08 15:42:14   AMED - Danişîna doza Musa Farisogullari yê ku parlamenteriya wî hatibû betalkrin, hat taloqkirin.    Danişîna doza Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari yê ku parlamenteriya wî hat betalkirin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 10’emîn hat lidarxistin. Farisogullari tevli danişînê nebû û parêzerên wî amade bûn.    Dadger belgeyên li dosyeyê hatine zêdekirn xwend. Parêzeran parastina miwekîlê xwe kirin û xwestin kontrola tedbîra edlî bê rakirin û derbarê wî de biryara beraetê were dayîn. Dozger xwest kêmasiyên hene bên temamkirin.    Dadger daxwaza parêzeran red kir û danişînê taloqî 2’yê mijdarê kir.