Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye 2022-06-08 14:13:36 MÊRDÎN/MÊRSÎN - Li Mêrdînê ji bo tevlibûna Meşa Gemlikê ev bang hat kirin: “Ev meş meşek bi rûmet e. Werin em bi hev re bin.”    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) bi mebesta ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê di 12’ê hezîranê de bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” meşekî li dar bixin.    Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Mêrdînê, TJA, Dayikên Aştiyê û MEBYA-DER têkildarî meşê li avahiya HDP’a Mêdînê civîna çapemeniyê li dar xistin û banga tevlibûna meşê kirin.    ‘MEŞA RÛMETÊ YE’    Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday diyar kir ku 23 sal in Ocalan tê tecrîdkirin û ji salekê bêtir e xeber jê nayê girtin. Kuday da zanîn ku divê tavilê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û ev meşa ku tê amadekirin girîng e û wiha got: “Em gazî hemû kesî dikin kut ev li vê meşê bibin. Ev meş meşek bi rûmet e. Em bi bawerin dê ev meş tecrîd, îşkence û neheqiya li girtîgehan û li Îmraliyê ji holê rake.”    Eylem Amak jî li ser navê TJA’yê axivî û destnîşan kir ku e ji bo azadiyê bimeşin Gemlikê û ew her kesî vedixwînin meşê.    Dayika Aştiyê Halîme Kaya jî diyar kir ku divê meş bê mezinkirin û got: “Ji bo azadiya Ocalan meş girîng e. Werin em di vê meşê de bibin yek û bi hev re bin.”    MÊRSÎN    Rêxstina HDP’a Mêrsînê, Meclisa HDK’a Mêrsînê, Nûnertiya DBP’a Mêrsînê, TJA û Çukurova Tuay-DER têkidlarî meşê li avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz axivî û destnîşan kir ku ew tecrîda li Îmraliyê qebûl nakin û divê tavilê tecrîd bi dawî bibe. Saryildiz banga tevlibûna Meşa Gemlikê kir û xwest her kes mil bide milê hev û cihê xwe di meşê de cih bigirin.