Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin 2022-06-08 13:47:11   STENBOL - Rêxistinên rojnamevanan binçavkirina rojnamevanên li Amedê şermezar kirin û hat xwestin rojnamevan demildest bên berdan.    Li Amedê polîsan bi ser malên gelek rojnamevann ve girt û ew binçav kirin. Di serdegirtinan de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf  Ungur, Remziye Temel, Mehmet Yalçin hatin binçav kirin.   Ji serê sibehê ve ji rêxistinên rojnamevan bigire heta siyasetmedar û rojnamevanan li ser Twitterê li dijî binçavkirina rojnamevanan nerazîbûn nîşan didin.    ÇGD: NEHIQÛQÎ YE    Komeleya Rojnamevanan a Hemdem (ÇGD) li ser Twitterê vê peyamê belav kir: “Îktidar beriya ku li Desteya Giştî ya Meclisê li ser qanûna nû ya sansûrê hevdîtinan bike, zextên li ser rojnamevanan zêde kir. Li Amedê 16 hevpîşeyên me hatine binçavkirin. Binçavkirina rojnamevanan û astengkirina hevdîtina parêzeran nehiqûqî ye.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Înîsiyatîfa Haberin Var Mı (HVM) jî li ser hesabê xwe vê daxuyaniyê da: “Serê sibehê li Amedê 16 rojnamevan hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî heye. Hêcet ne diyar e. Em bang li rêxistinên rojnamevanan û parêzvanên azadiya medyayê dikin ku piştevaniyê mezin bikin.”    CFWIJ: ROJNAMEVANAN BERDIN    Koalîsyona Di Rojnamevaniyê De Jin (CFWIJ) bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan da û wiha got: “Divê rojnamevan tavilê bên berdan.”    BASIN-ÎŞ: DESTÊ XWE JI SER ROJNAMEVANAN VEKIŞÎNIN   Sendîkaya Basin-Îşê ya DÎSK’ê jî li ser hesabê xwe vê peyamê belav kir: “Tu hêcet nîşan nedane û rojnamevanan binçav kirine. Tê payîn hejmar zêde bibe. Em van operasyonan normal nabînin û qebûl nakin. Êdî bes e. Destê xwe ji ser rojnamevanên kurd vekişînin! Demildest dawî li operasyon û lêpirsînan bînin. Em li cem van hevalên xwe, rojnamevan in û rojnamevanî ne sûc e. Em gazî her kesî dikin ku piştevaniya bo hevalên me mezin bikin.”    He wiha gelek rojnamevan, rewşenbîr, siyasetmedaran jî binçavkirina rojnamevanan şermezar kir û bertek nîşan dan.