ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin 2022-06-08 13:43:32   HATAY - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkun Selçûk bertek nîşanî îşkenceya li girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hatiye kirin da û xwest ku lêpirsîn bê destpêkirin û berpirsyar bên dîtin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderînê têkildarî îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê li 5 girtiyan hatiye kirin, li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hatayê Hulya Ateş, Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn, parêzera Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Mehtap Sert û gelek kes amade bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkun Selçûk da zanîn ku îşkence û nêzikatiya xerab a li girtîgehan di demên dawî de zêde bûne.    Selçûk, diyar kir ku dema girtiyên bi navên Ferhat Demîrbaş, Emrûllah Abay, Mehmet Şafak Elçîçek, Suleyman Benzer û Îsmaîl Genç ji bo danişînê anîn Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê, gardiyanan gefa “em ê tola sala 2015’an ji we hilînin” li wan xwariye û derb kirine. Selçûk, bi domdarî ev agahî dan: “Cil û bergên girtiyan di nava xwînê de man. Daxwaza wan a sewqa ji bo nexweşxaneyê hate redkirin, li revîra girtîgehê hatin tedawîkirin û bi gotinên sivik hewl dan sûcê xwe veşêrin. Şandeya dadgehê bi xwe jî ew cil û bergên wan ên di nava xwînê de dîtin û li girtekan hatine nivîsandin. Bi vê yekê re îşkenceya hatiye kirin û nêzikatiya xerab ji hêla dadgehê ve jî hatiye tespîtkirin.”    'POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ CISARETÊ DIDE PEYWIRDARAN’    Bi domdarî Selçûk anî ziman ku ji ber polîtîkaya necezakirinê, binpêkirina mafan êdî bûye hînbûnek û axaftina xwe wiha qedand: “Ev polîtîka dike ku peywirdar bêhtir van sûcan bikin. Divê di mijarên îşkence û nêzikatiya xerab de daraz baş li ser bisekine û pêşî li ber van sûcên dermirovî bigire. Divê demokrasî û hiqûq li ser her helwest û nêzikatiyên siyasî de bin. Divê neyê jibîrkirin ku pêdiviya her mirovekî bi hiqû û mafên mirovan heye. Em ê ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Wezareta Edaletê daxwaz bikin ku têkildarî îşkence û nêzikatiya xerab a li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hatiye kirin vekolin û derheqê berpirsyarên wan de bikevin nava hewldanan. Di heman demê de em dixwazin ku Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê derheqê bûyerê de di zûtirin demê de lêpirsînê bide destpêkirin û berpirsyarên vê îşkenceyê derxînin holê.”