Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin 2022-06-08 13:03:20   STENBOL - Rêxistinên çapemeniyê û rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirina 16 rojnamegeran a li Amedê dan û diyar kirin ku di demekî ber bi hilbijartinê ve desthilatdarî zexta xwe zêde dike û banga piştevaniyê kirin.    Polîsan îro di danê sibehê de li Amedê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û Gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş jî di nav de 16 rojnameger hatin binçavkirin.    Rêxistinên çapemeniyê û rojnamegeran bertek nîşanî van binçavkirinan dan.    Nivîskara Kısadalga.net’ê Mehveş Evîn diyar kir ku binçavkirina rojnamegeran rê li ber fikaran vedike û wiha got: “Ev binçavkirin, bi awayekî rasthatî nayên kirin. Hêjta jî yek ji welatên ku azadiya çapemeniyê di bin piyan de, Tirkiye ye. Tirkiye di vê mijarê de di rêza 149’an de ye. Sedema vê ne tenê hejmara rojnamegerên girtî ye. Her wiha ji ber rojnamegerên derheqê wan de doz hatine vekirin, hatine binçavkirin, rastî binpêkirina cezayên maddî û xespkirina mafan hatin, yên tundî lê hatine kirin, rojnameger û weşanên ku hedef hatine nîşandan... Bi taybet jî rojnamegerên li herêman dixebitin bêhtir rastî êrişan tên, gelek caran êrişên fîzîkî li dijî wan tên kirin. Heta ez bi bîr bixim ku rojnameger Gungor Arslan di meha sibatê de li Kocaeliyê hate kuştin.”    ZEXT Û BÊZARKIRIN    Bi domdarî Evîn anî ziman ku zext û binçavkirinên li dijî rojnamegeran, têkiliya xwe bi polîtîkayên tund ên AKP-MHP’ê yên li dijî derdorên muxalîf re heye û wiha domand: “Hewldana girtina HDP’ê, krîmînalîzekirina derdorên rexnegir û demokrat, cezayên muebbetê yên li Osman Kavala û aktîvîstan hatine birîn, yek bi yek parçeyeke stratejiya hilbijartinê ya desthilatdariyê ye. Mixabin ku sepanên weke bêhiqûqî, dijbertî, dîl girtin û tundî sepanên vekirî yên desthilatdariyê ne. Xuyaye ku bi nêzbûna hilbijartinê re, di serî de tevgera siyasî ya kurd dê polîtîkaya bêzarkirinê ya li dijî hemû derdorên muxalîf zêdetir bibin.”    ‘DIVÊ EM XWEDÎ LI HEMPÎŞEYÊN XWE DERKEVIN’    Di berdewamê de Evîn bal kişand ser ‘qanûna dezonformasyonê’ ya desthilatdariyê û cezayên li rojnamegeran tên birîn û ev tişt anî ziman: “Her ku hilbijartin nêz dibe, ev polîtîkaya bêbandorkirin, tepisandin û bêzarkirinê ya li dijî çapemeniyê girantir dikin. Li gorî texmîna min, hewl didin wisa li HDP û hilbijêrên wê ku di nava her du tifaqan de jî nînin bikin ku neçin se sindoqê. Ji bo ku kesek dengê xwe dernexîne, hincetên weke ewlehî, teror û endamtiyê derdixînin. Rêya valaderxistina vê bêrehmî û taktîkên derhiqûqî, bi xwedîderketina li mafên xwe yên demokratîk û hempîşeyên xwe pêkan e.”   PÊVAJOYEKE MÎNA OHAL’Ê YE   Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan Çapxaneyê yên Tirkiyeyê (Basin-Îş) Faruk Eren jî bal kişand ser zextên ser rojnamegeran û wiha got: “Êdî rewş gihiştiye asteke xeternak. Bi taybet jî zext û binçavkirinên li dijî rojnamegerên kurd berdewam in. Weke nîşaneya polîtîkayên zextê yên desthilatdariyê dinirxînim. Ji bo ku polîtîkayên wan neyên zanîn û teşhîr nebin, berê xwe dan rojnamegeran. Rewşeke mîna dema OHAL’ê heye. Gelek rojname û rojnameger hatin girtin. Heman polîtîka dîsa xistin meriyetê. Ne bawerim encamekî ji vê bigirin. Nikarin vî welatî birêve bibin. Halê aborî û siyasetê li holê ye. Her wiha rewşa polîtîkaya derve berçav e û nikarin birêve bibin. Lewma dixwazin gefan li rojnamegeran bixwin, krîmînalîze bikin û xwe ji rewşê xelas bikin.”   MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ YÊ CIVAKÊ    Eren, got ku nîşandana bertekan û hewldana pêşîlêgirtina vê rewşê ne tenê pirsgirêka rojnamegeran e û ev nirxandin kir: “Mijareke girêdayî mafê agahîgirtinê yê civakê ye. Divê civak xwedî li vî mafê xwe derkeve. Divê rojnameger piştevaniya hev bikin. Heke rojnameger nebin, dê haya wan ji rastiyê nebe. Lewma ev yek, raste rast pirsgirêka demokrasiyê ye. Ne tenê pirsgirêka rojnameger in. Rojnameger, di nava civakê de karên girîng dikin. Lewma divê civak xwedî li rojnamegeran anku li demokrasiyê derkevin.”    XITIMÎNA DI PIRSGIRÊKA KURD DE   Hevdîroktora Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) parêzer Veysel Ok jî da zanîn ku zextên li ser rojnamegerên kurd di demên dawî de zêdetir bûne û wiha bi dawî kir: “Xuyaye ku her ku hilbijartin nêz dibe, dê ev zext zêdetir bibin. Zext û binçavkirinên li dijî rojnamegerên kurd, raste rast têkiliya xwe bi pirsgirêka kurd ve heye. Xitimîna di pirsgirêka kurd de bandora xwe li her derê dike. Em her roj bi nûçeyên operasyonên li dijî HDP, rêxistinên civaka sivîl ên kurd û rojnamegeran hişyar dibin. Ji bo ku dawî li van sepanan bê anîn, divê hemû kes xwedî li rojnamegerên kurd derkeve. Divê tenê rojnamegerên kurd bertekê nîşan nedin. Ev bes nake.    Dema li Stenbolê 16 rojnameger tên binçavkirin bertekeke çawa bê nîşandan, divê ji bo Amedê jî heman tişt were kirin. Heke ev binçavkirin li Stenbolê bûna, dê bertek cuda bûya. Tenê heke em bertekên hevpar nîşan bidin dê bikarin pêşî li van zextên ser rojnameger û rojnamegeriyê bigirin. Lewma divê hemû kes piştevaniyê bike. Ji bo piştgiriyê em ê sibe du parêzeran bişînin Amedê. Em ê pêvajoyê jinêz ve bişopînin.”