Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin 2022-06-08 11:53:27   AMED - Girteka binçavkirinê ya rojnamegerên li Amedê nedan parêzeran. Sazî û dezgehên AKP-PDK’ê bi sernavên “Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê” re rojnamegerên hatine binçavkirin hedef girtin.    Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinê de Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, rojnameger Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bulut, Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel û Mehmet Yalçin hatin binçavkirin. Feynaz Koçuk jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li Stenbolê hate binçavkirin.     MEDYAYA ALÎGIR SERWÎS KIR    Dozgeriyê, girteka binçavkirinê nedan parêzerên rojnamegeran. Lê belê saziyên alîgir ên AKP û PDK’ê êrişa li dijî rojnamegeran weke “Operasyona li dijî Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê” pêşkeş kir. Di nûçeyan da rojnameger hedef hatin girtin û hat gotin ku 19 kes hatine binçavkirin.