Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan 2022-06-08 11:32:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Karwan Hewram destnîşan kir ku zêdebûna kuştina welatparêzên kurd a li Hewlêrê, ji ber tevgera rehet a îstîxbaratên Tirkiyeyê û Îranê ye û wiha got: “PDK li gorî berjewendiyên wan tevdigere.”   Li Herêma Kurdistana Federe ku êrişên berfireh ên Tirkiyeyê lê didomin, sûîkastên li dijî sivîlan jî berdewam dikin. Herî dawî di 6’ê Gulanê de di encama teqîna bombeya li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê li wesayîtekê hatibû bicihkirin, endamê Partiya Xebatê ya Sazûman ê 49 salî Ekber Sefer Elmas birîndar bû. Li Herêma Kurdistanê ku bûye cihê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT), Îstîxbarata Îranê û îstîxbaratên dewletên din, her roj li dijî siyasetmedarên kurd sûîkast tê kirin. Di êrişên muxalîf hedef tên girtin de balkêş e ku faîl pişt re direvin Hewlêrê. Li gorî agahiyên parlamenterê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) Zîkrî Zebarî bi raya giştî re parve kirin, ji sala 2015’an ve 150 sivîl tenê di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin û 134 kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên herêmî jî hate diyarkirin ku di salên dawî de ji aliyê çeteyên PDK’ê ve herî kêm 50 sivîl hatine qetilkirin û bi dehan kes jî hatine birîndarkirin.    NAVENDA ÎSTÎXBARATÊ: HEWLÊR   Rojnamevanê rojhilatî Karwan Hewram êrişên li herêmê û sûîkastên tên kirin nirxand. Hewram, bi lêv kir ku Herêma Kurdistanê bûye hêlîna yekeyên îstîxbaratê, her tim çalakiyên terorî pêk tên û wiha got: “Bi taybetî Hewlêr bûye hêlîna çeteyan. Hewlêr bûya navenda îstîxbaratên Baas, MÎT û Îranê. Ev yekeyên îstîxbaratê bi awayekî aktîf li dijî kesên di nava têkoşîna kurdan de cih digirin, astengiyan derdixînin.    ‘PDK, WEKE DAÎŞ’Ê GAVAN DIAVÊJE’   Hewram ê PDK û DAÎŞ şibandin hev, wiha berdewam kir: “Çawa ku DAÎŞ bi berdela pereyan de li gorî berjewendiyên her dewletê tevdigere, PDK jî mîna DAÎŞ’ê tevdigere. Siyasetmedar û çalakvanên li Başûr ji aliyê PDK’ê ve hedef tên girtin. Weke tê zanîn mehên derbasbûyî li Silemaniyê jî çalakiyên terorî yên weke van pêk hatin. Di vê êrişê de Mehmet Zekî Çelebî hate qetilkirin. Li gorî çavkaniyên fermî kesên ku Çelebî qetilkirin revîbûn Hewlêrê. Em dibînin ku Hewlêr bûye navendeke ku kesên li dijî kesên ku têkoşîna Kurdan didin meşandin kiryarên terorîstî pêk tînin tên perwerdekirin û parastin.   ELÎ EWNÎ LI SER KAR E   Hewram, diyar kir ku li Hewlêrê bi serkêşiya Mesrûr Barzanî gelek yeke hatine avakirin, yek ji van yekeyan jî li dijî PKK’ê hatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Malbata Barzanî ji bo ku hem Îran û hem jî Tirkiye baştir xizmetê bike çi ji destê wê tê dike. Û ew vê yekê ne bi dizî, bi awayekî aşkere bêyî ku şerm bike, dike. PDK ji bo Tirkiyeyê û Îranê hemû Kurdan tîne hemberî hev û li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê û Îranê tevdigere. Saziyên îstîxbaratê yên tirk û Îranê di berdêla pereyan de xwe di navbera PDK’ê de bi sazî kirine. Di serê van saziyan de kesê bi navê Elî Ewnî (Endamê Polîtburo ya PDK'ê Elî Ewnî) heye. Saziyên îstixbarata Tirkiyeyê û Îranê agahiyan kom dikin û tînin didinAlî Ewnî Elî Ewnî. Elî Ewnî jî bi rêya çeteyên xwe êrîşan dixe pratîkê. Çalakî li gorî talîmatê tên kirin, mîna ku mayinekê bi wesayîtekê ve bikin û wî bikujin ferman tên dayîn.”   DAGIRKIRIN PERÇEYEKÎ ÊRIŞAN E   Hewram, destnîşan kir ku êrişên li Herêma Kurdistanê parçeyek ji planên dagirkeriyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku bi dehan kes hedef tên girtin û qetilkirin. Dema ji aliyê çeteyan ve êrîş tên kirin, piştî êrîşê yekser ji bo parastinê direvin Hewlêrê. Ev hemû parçeyek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye. Başûrê Kurdistanê sîstemeke girêdayî qanûnan nîne. Avabûneke ku karibe mafê welatiyan biparêze nîne. Ji ber vê yekê jiyana kesê ne di ewlehiyê de ye. Yên ku li vir qala qanûnan dikin bi xwe mafya ne. Ew tetîkkêşên rejîmên tirk û Îranê ne. Ji bo vê jî bi taybet kesên di nava muxalefetê de pêwîste parastina xwe ya cewherî pêk bînin.”