Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir 2022-06-08 10:22:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Pena Kurd, bi daxuyaniyeke nivîskî serdegirtina malên rojnamegeran û binçavkirina wan şermezar kir.    Li Amedê, îro serê sibehê polisan bi ser malên rojnamegeran de girt û Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf  Ungur, Remziye Temel binçav kirin.    Pena Kurd, derbarê binçavkirina rojnamegeran de daxuyaniyeke nivîskî da û bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da. Pena Kurd, di daxuyaniya xwe de navê rojnamegerên hatine binçavkirin da û diyar kir ku li Tirkiyeyê zext, zor û çewsandina li ser rojnamegeran û azadiya ramanê her ku diçe zêdetir dibe û ev tişt got: " Em wekî Navenda Pena Kurd ji ber zext û zora li ser rojnamegeran û binpêkirina ravekirina fikir û ramanê xemgîn û dilgiran in, rewşa heyî ya nexweş şermezar dikin û hêvî dikin ku rojnamegerên hatine binçavkirin yekser û demildest bêne berdan."