'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye' 2022-06-08 09:04:54   ŞIRNEX - Şeniyên Elkê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP-MHP'ê da û gotin: "Ji vir şûnde pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê nema. Em biratiya wî qebûl nakin."    Li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê didomin. Di van êrîşan de ku bi bikaranîna çekên kîmyewî berdewam dikin, heya niha tu encam nehatine girtin. Bi vê re nerazîbûn û bertekên jî tên nîşandan. Şêniyên navçeya Elkê ya Şirnexê bertek nîşanî hevkariya PDK'ê dan û gotin ku êdî pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê nemaye.      'DIVÊ TU KES LI MALA XWE RÛNENÊ'   Ji welatiyan Hatun Hakseven (50) diyar kir ku ew ê xiyaneta Barzanî efû nekin û wiha axivî: "Tifaqiya Barzanî êdî bi kêrî gelê kurd nayê. Em biratiya wî qebûlnakin. Ew xiyaneta ku wî li me kirî heta ku em sax bin em ê ji bîr nekin. Dema ku ji ber Saddam reviya û hat vê derê me ew li malên xwe xwedî kirin. Cih nebû ku em lê razin me ew radizandin. Lê mixabin ew niha bûye dijmin û neyar û zarokên me dikuje. Heya em sax bin em vê xiyanetê ji bîr nakin. Em wî şermezar dikin. Divê gelê kurd bi şev û roj li ser lingan be û em xwedî li zarokên xwe derbikevin. Divê ku em vê zilmê qebûl nekin û li ser pêyan bin. Banga min ji bo hemû gelê kurd e ku rabe ser pêyan. Em lanetê li Barzanî û hevkarên wî dibarînin. Edî em naxwazin xebera mirina zarokên xwe bigirin. Divê kesek li mala xwe rûnenê û çi dikeve ser mila bike."   'BI SALAN E NEYARÊ QEWMÊ XWE YE'   Ji şeniyên navçeyê Saîme Durmuş (55) jî bi lêv kir ku Barzanî zilmê li gelê xwe dike û got: "Divê birakujî xelas bibe. Divê her kes azad bijî. Ji vê zilmê re êdî bes e. Bila Barzanî li xwe binêre. Ji dijminatiya wî re êdî bes e. Bi salane neyarê qewmê xwe ye û dijminatiya gelê xwe dike. Bila bes dayik bigirîn. Em jî wekeher gelekî azadî û serkeftinê dixwazin. Êdî pêdiviya gel bi PDK'ê nema ye. Ew kesê ku bi kêrî qewmê xwe neyê wê bi kêrî tu kesî jî neyê. Mûçeyên gelê xwe nade, lê ew bi xwe li Dubaîyê qesreyan çêdike. Heqê gelê xwe nadê. Bila bes gerîlayên serê çiya bên kuştin."   'ZILMÊ LI GELÊ XWE DIKE'   Ji welatiyan Findî Cîn (70) diyar kir ku Barzanî rêya xwe aşkere kiriye û ber bi dawîbûnê vê diçe û ev tişt gotin: "Mela Mistefa Barzanî ji bo gelê xwe gelek tişt kirin. Gelê kurd jê razî jî bû. Lê di vê pêvajoyê de Mesûd Barzanî û biraziyê wî gelê xwe dikuje. Dinya hemû dibîne ku zilmê li gelê xwe dike. Piştî ku bavê wî mir wî tu tiştekî baş ji bo gelê xwe nekir. Niha dema ku ez diçim wê derê li kincên min dinêre û dibêje, 'Ev kincên te neyên li vir in' û wê min biavêje girtîgehê. Ev tişta ku ew dikin ne tişteke rast e. Divê bes xiyanetê bike. Ev rêya ku ew tê de dimeşe ne rêyeke rast e. Ev hevkariya îro dike em qebûl nakin. Gundên wî hilweşandin,welatiyên wî qetilkirin. Ew tişta ku îro dike ne rast e. Bila bes birakujiyê bike û bes xwîna kurdan birijîne."    'BÛYE SÎXÛRÊ TIRKIYEYÊ'   Ji dayikan Ayşe Hakseven (65) jî destnîşan ku xiyaneta ku îro tê kirin wê neyê qebûlkirin û wiha axivî: "Me gelekî ji Barzanî re kir. Lê niha xayinetiyê bi me re dike. Me nas nake. Niha gelê xwe dikuje û bûye sîxûrê Tirkiyeyê. Her roj balafirên wan radibin û ber bi wê herêmê ve diçin. Em ji wan gelek aciz dibin û gelek diqehirin. Lê tiştek ji destê me nayê. Ev ne tu kar e ku Barzanî dike. Gelê kurd nabe tifaq, çimkî di nava gelê kurd de tifaq tune ye. Divê gelê kurd bibe tifaq ku bikaribe vê zilmê bişikîne. Heya em wisa bin wê dijmin zilmê li me bike.