HSD bi awayekî awarte li hev civiya 2022-06-07 16:01:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Leşkerî ya HSD'ê li dijî gef û êrişên Tirkiyeyê, bi awayekî awarte civiya û destnîşan kir ku ew amade ne bi hêzên hikûmeta Şamê re bi koordîneyî tevbigerin. Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ragihand ku ji bo gef û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê û geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxîne, bi awayekî awarte li hev civiyaye. HSD'ê, diyar kir ku di civînê de bandora êrişeke nû ya dewleta tirk a li ser rewşa mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî jî herêmên hedef hatine diyarkirin, hatiye rawestandin û ev tişt got: "Êrişeke nû dê sûriyeyiyan vegerîne dema destpêka aloziya Sûriyeyê. Projeyên dagirkeriyê û gefên dawîn destpêka parçekirina Sûriyeyê ne.    'DAÎŞ JI TIRKIYÊ SÛDÊ WERDIGIRE'   HSD'ê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wê DAIŞ jî êrişa muhtemel a Tirkiyeyê sûd werbigire û wiha got: "Berî her tiştî em girîngiyê didine kêmkirina rageşiyê û pabendîbûna bi lihevkirinan. Di heman demê de ji bo parastina ax û şêniyên herêmê, hêzên HSD`ê ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel û şerekî demdirêj, asta amadekariyên xwe bilind kiriye. Her wiha hate piştrastkirin ku êrişeke muhtemel a Tirkiyeyê wê bandorê li îstiqrar û yekitiya Sûriyeyê bike, ev êriş ne tenê li herêmên tên hedefgirtin wê were bersivdayîn dê li herêmên din ên li xaka Sûriyeyê ya dagirkirî jî bigire nava xwe."   BANGA XWEDÎDERKETINÊ   Helwesta şêniyên herêmê ku piştgiriyê didin şervanên HSD'ê jî hate silavkirin û bang li şêniyan hat kirin ku piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomînin û piştgiriyê bidin her biryara ku HSD'ê li dijî Tirkiyeyê bide.    Herî dawî HSD'ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji bo bersivdayîna êrişeke muhtemel a dagirkeriyê ya Tirkiyeyê û parastina axa Sûriyeyê hêzên wan amade ne ku bi hêzên hikumeta Şamê re koordîneyê bikin.