Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin 2022-06-07 15:35:30   HATAY - Hat diyarkirin ku îşkence li 4 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê anîne danişînê hatiye kirin. Dadger, daxwaza giliyê ya girtiyan red kir û biryar da ku girteka danişînê ji Serdozgeriya Komarê re bê şandin.    Di 13'ê mijdara 2015'an de li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê, gardiyanan bi angaşta ku qamerayên li qawişên wan hatibûn bicihkirin şikandibûn li girtiyên bi navê Abdûlazîz Îbrahîm, Abdûlkadîr Atici, Abdûlkadîr Sert, Cahît Baybarîz, Emrûllah Abay, Ferhat Demîrbaş, Habîl Emen, Hamza Ungur, Huseyîn Aydin, Îsmaîl Genç, Mehmet Serhat Polatsoy, Mehmet Şafak Elçîçek, Mûstafa Turkoglû, Ozgur Ozçelîk, Rahmettûllah Kaplan, Ramazan Aras, Ridvan Orak, Sînan Tûtmaz, Suleyman Benzer, Taner Sala, Vedat Çelîk û Yûsûf Başaran dabûn. Piştre derbarê girtiyan de bi sûcdariya "serhildana girtî û hikumxwaran" , "xesar dana malê cemaweriyê" doz li girtiyan hatibû vekirin.   Danişîna doza ku li girtiyan hatibû vekirin duh li 2'yemîn Dadgeha Esliyeya Ceza ya Îskenderûnê hat dîtin. Hin girtî tev li danişînê bûn û hin girtî jî bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn.    Hat diyarkirin ku girtî Emrûllah Abay, Mehmet Şafak Elçîçek, Suleyman Benzer û Îmaîl Genç ku ji girtîgehên cuda wan anîne Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê, li vir gardiyanan li wan daye û bi kincên xwe yên bixwîn tev li danişînê bûne. Di danişîna ku parêzerên girtiyan lê ne amade bûn de girtî Îsmaîl Genç bi rêya tercuman bi kurdî parastina xwe kir.    'MIN QABLO JÊKIR'   Genç, di danişînê de sûcdariyên li xwe red kir û diyar kir ku duh li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê îşkence li wan hatiye kirin û qamereyê neşikandiye tenê qabloyê wê jê kiriye.    Girtî Rahmetûllah Kaplan jî destnîşan kir ku Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê cihê îşkenceyê ye û naveroka doznameyê rastiyan nîşan nade û daxwaza beraeta xwe kir.    'DESTÊ MIN GIRÊ DAN'   Ferhat Demîrbaş jî ku gotinên şahid qebûl nekir, ev tişt gotin: "Di demeke nêz de weke nakîl hatim vê girtîgehê. Gardiyanan vê hîn kirin û hatin cem min. Dest û piyê min girêdan û îşkenceyê li min kirin. Min bi saetan îşkence dît, min kirin odeya bisingir. Piştre bêyî ku rapora min bigirin min di girtîgehê de hiştin."   Girtî Emrûllah Abay, Suleyman Benzer û Mehmet Elçîçek jî gotin ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê îşkence li wan hatiye kirin û gefa kuştinê li wan hatiye xwarin giliya gardiyanan kirin.    DOZGER CEZA XWEST   Piştî parastina girtiyan dozger mutalaaya xwe xwend û xwest ku 22 girtî b sûcdariya "serhildana girtî û hikumxwaran" , "xesar dana malê cemaweriyê" bên cezakirin.    GIRTEK JI DOZGER RE HATIN ŞANIN   Dadgerê dozê, bi hinceta ku mafê girtiyan ê giliya qanûnî heye daxwaza girtiyan a giliya ji ber îşkenceya li wan hatiye kirin red kir û biryar da ku girteka danişînê ji Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê re bê şandin û danişînê taloqî 29'ê hezîranê kir.