Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da 2022-06-07 14:34:54   RIHA - Ferît Şenyaşar, bertek nîşanî cezayê ku li dayika hatiye birîn da û ev tişt got: "Dayika ku hevjîn û zarokên wê li ber çavê wê hatin kuştin wê ji kujeran re nebêje 'birêz'."   Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adara 2021'a de li ber Edliyeya Rihayê dest pê kir di roja 456'an de berdewam dike. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Emîne Şenyaşar nobeta xwe îro li mala wan a li navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî li ber Edliyeya Rihayê nobeta xwe domand.    TU ASTENGÎ NIKARE WAN ASTENG BIKE   Ferît Şenyaşar, diyar kir ku nobeta wan a edaletê di bin zilmê de berdewam dike û wiha axivî: "Di tevahiya vê pêvajoyê de emniyeta ku talîmata parlamenterê komkujî pêk aniye guhdar dike, ji bo ku em dev ji nobetê berdin serî li her cure rêbazî da. Di mehên ku me dest bi nobetê kiribû de her roj şaxa ehlehiyê mudaxaleyî me dikir. Ji ber ku nikaribûn me asteng bikin bi awayekî nehiqûqî mudaxaleyî me kirin û bi dayika min re me binçav kirin. Me avêtin nezaretê. Bi awayekî mafdar me got ku em ê dev ji nobetê bernedin. Ji ber ku ev binçavkirin jî nikaribûn bi nobetê bidin terikandin mudaxaleyî pankartê me kirin. Cezayê pere dan. Hewl dan me nekin baxçeyê edliyeyê. Lê bi awayekî nikaribûn bi me nobetê bidine terikandin.  Tu astengî nikare me ji doza meya mafdar bide paşde xistin."   BI TALÎMATAN LÊPIRSÎN DIDINE DESTPÊKIRIN   Şenyaşar, destnîşan kir ku derbarê dayika wî de bi hinceta ku "heqaret" kiriye 16 lêpirsînên cuda hatine destpêkirin û 5 ji van bûne doz û ev tişt got: "Ji ber gotinên ku dwê bi talîmatan derbarê dayika min de lêpirsîn hatin destpêkirin. Ev şermeke Tirkiyeyê ye. Ev şerma herkesê ye. Dayik li vir tenê ji bo hevjîn û zarokê xwe yên hatine kuştin doza edaletê dike. Dayika ku hevjîn û zarokên wê li ber çavê wê hatin kuştin wê ji kujeran re nebêje "birêz". i gotinên dayika min peyvek dibînin û bi talîmatê derbarê wê de lêpirsîn didine destpêkirin. Divê ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe."   'DAÎM KESÊN TÊKOŞIYANE QEZENC KIRINE'    Di berdewamê de Şenyaşar, derbarê tiştên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de pêk hatibûn de jî axivî û wiha got: "Rayedarên dewletê dibêjin ku qeydên nexweşxaneyê hene lê dozger dibêje ku tunene. Li holê nakokiyek mezin heye. Em naxwazin li vir rûnin, em jî dixwazin biçine mala xwe û vegerin jiyana xwe ya berê lê heta ku edalet pêk neyê û ev zilm bi dawî nebe em ê venegerin mala xwe. Li dinyayê timik bihêzan qezenc nekiriye. Lê kesên têkoşiyane qezenç kirine. Milyon li doza me xwedî derketine, di dawiyê de wê edalet qezenc bike."   'TÊKOŞÎNA ME YA MAFDAR NAYÊ SEKINANDIN'   Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî ev parvekirin kir: "Ji bo ku têkoşîna me ya edaletê bi dawî bikin destpêkê gelek caran binçav kirin. Lê piştre 16 lêpirsînan dan destpêkirin. 5 jê bûn doz . Niha jî bi cezayê pere dixwazin têkoşîna me ya mafdar asteng bikin. Tu astengî nikare têkoşîna me ya mafdar asteng bide sekinandin. Nobeta me ya Edaletê di roja 456'an de ye."