Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin 2022-06-07 14:12:29   BEDLÎS - Welatiyê 70 salî Hasan Irgat li navçeya Tetwanê hate binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala mamosteyê teqawît Hasan Irgat ê 70 salî ku li navçeya Tetwan a Bedlisê dijî de girtin. Irgat ê pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene, piştî lêgerîna mala hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Irgat ê sedemê binçavkirina wî nehate zanîn birine Miduriyeta Polîsan a Bedlîsê.