Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar 2022-06-07 11:52:30   RIHA - Girtiyê nexweş Cesîm Karataş ku cezayê wî yê mubbetê ji hêla Dadgeha Bilind ve hate xerakirin, piştî gefa sergardiyan a “Divê tu werî bidarvekirin, a rast dê min tu bikuşta”, sewqî Girtîgeha Dîlokê hate kirin.    Parêzerên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), ji bo tespîtkirina binpêkirinan, çûn serdana Girtîgehên Tîpa T a Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Rihayê. Şandeya ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê bi girtiyan re hevdîtin kirin, di serdanê de hîn bûn ku girtiyê nexweş Cesîm Karataş ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, rastî gefa “A rast dê min tu bikuşta” ya sergardiyan hatiye û piştre jî sewqî Girtîgeha Islehiye ya Dîlokê hatiye kirin.    Girtiyan da zanîn ku cezayê muebbetê li Karataş hatiye birîn û piştî ku demekî nêz beriya niha dosyaya wî li Dadgeha Bilind hatiye xerabkirin, di hucreya yekkesî de tê ragirtin û sergardiyan ev gef lê xwariye: “Divê tu werî bidarvekirin. A rast dê min tu bikuşta.” Girtiyan, da zanîn ku Karataş sewqî Girtîgeha Islehiye ya Dîlokê hatiye kirin.    ZEXTA ‘PIRTÛKÊN BI TIRKÎ BIXWÎNE’ TÊ KIRIN   Di heman demê de şandeyê da zanîn ku ji ber biryara lijneya çavdêriyê, mafê berdana bikontrol a girtiyên bi navê Hayatî Omar ê ji Kobanê tê binpêkirin û ev agahî dan: “Xwendin û nivîsandina Hayatî Omar a bi zimanê tirkî tune ye. Lê belê zexta ‘pirtûkên bi tirkî bixwîne’ lê tê kirin. Nahêlin girtîgeh sewqî nexweşxaneyan bibin. Cendirme di bin navê lêgerînê de girtiyan tacîz dikin lewma jî girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Di halê hazir de girtî ji bilî werzîşê nikarin çalakiyeke din a civakî bikin. Di mijara hevdîtina bidîmen de di navbera girtiyan de cihêkariyê dikin. Her hefteyê li odeyan lêgerînê dikin. Her wiha rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê hatine qedexekirin, dest danin ser nameyan û nahêlin rojname û kovarên bi kurdî bikevin girtîgehan.”    Tê payîn ku Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê dê van binpêkirinên hatine tespîtkirin bike raporek û di rojên pêş de bi daxuyaniyekê ragihîne.