Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin 2022-06-07 10:02:50   ŞIRNEX - Li Hezexê, derbarê mamosteyê ku dema xwendina "sirûda neteweyî" ji xwendekarê xwe re gotibû "Hûn kurd tenê dikarin govend biguherînin" û tundî lê kiribû de bi sûcdariya "birîndarkirina hêsan" dozname hat amadekirin.    Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, derbarê mamosteya muzîkê ya bi navê Samiye G. ku di 9'ê îlona 2021'an de dema xwendina "sirûda neteweyî" ji xwendekarê xwe K.C.S. re gotibû "Sirûdeke te jî nîne. Hûn kurd tenê dikarin govend biguherînin" û tundî lê kiribû de bi sûcdariya "birîndarkirina hêsan" dozname hat amadekirin. Doznameya ku hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Esliyeya Ceza ya Hezexê ve hat qebûlkirin û bi sûcdariya "birîndarkirina hêsan" hat xwestin ku mamoste bê cezakirin.    JI BER GOTINÊN NÎJADPEREST CEZAKIRINA MAMOSTE NAYÊ XWESTIN   Di doznameyê de hat destnîşankirin ku Samiye G. dema ku li dibistanê ders daye li hinarik û çamika sutiye xwendekarê xwe K.C.S. daye û bi qestî sûcê "birîndarkirina hêsan" pêk aniye. Her wiha di doznameyê de ji dadgehê hatiye xwestin ku mamoste Samiye G. ji ber sûcê ku kiriye bê cezakirin. Lê balkêş e ji ber gotinên wê yên nîjadperest cezakirina mamoste nayê xwestin.    ÎFADEYA XWENDEKARÊ TUNDÎ LÊ HATIYE KIRIN   Di doznameyê de îfadeyên K.C.S. ên derbarê bûyerê de jî hatin dayîn. K.C.S. diyar dike ku dema xwendina "Sirûda Neteweyî" dengê hevalê li cem wî xera bûye û ji ber vê keniyaye û li ser vê mamosteya wî Samiye G. tundî lê kiriye. Piştre jî K.C.S. ev tişt gotiye: "Dûre li ser masê rûnişt û got, 'Sirûdeke we ya wiha heye ku hûn dikanin. Hûn tenê dikarin govend bigerînin'."   Her wiha di doznameyê de îfadeyên mamoste Samiye G. jî hatine dayîn. Mmaoste G. angaşt dike ku li xwendekar nedaye û tenê wî hişyar kiriye û jê xwestiye ku rêzdar be.    HEVJÎNÊ WÊ YÊ POLIS DEST BI NOBETÊ KIRIYE   Li aliyê din hevjînê mamoste Samiye G. ê polîs piştî bûyerê timik hatiye li dibistnê nobet girtiye. Mamoste jî bi gotina "Li dibistanê kes nikare ji min re tiştekî bibêje" gef li xwendekaran xwariye.