Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin 2022-06-07 09:03:31   ŞIRNEX - Fîrdevs Poyraz ku di dema qedexeyên derketina derve yên Cizîrê de xaniyê wê hatiye hilweşandin û hevjînê wê Onder Poyraz hatiye girtin, gava hevjînê wê hatiye girtin zarokên wê biçûk bûne û ji ber vê niha bavê xwe nas nakin. Poyraz dixwaze hevjînê wê yê nexweş bê berdan.    Li Tirkiyeyê di sala 2016'an de li gelek bajêr û navçeyên kurdan ji aliyên rêveberiyên herêmê ve Rêveberiya xweser a Demokratîk hat ragihandin. Li gel ragihandina xwerêvebirinê qedexeya derketina derve hat îlankirin û bi van qedexeyan re bajar û navçe hatin dorpêçkirin. Ji navçeyên qedexe lê hat îlankirin û hat dorpêkirin yek jê jî navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Bi ragihandina qedexeyê re li ser her girekî, li her taxekê polîsên taybet hatin bi cihkirin. Li navçeyê li gel ragihandina qedexeyan ceyran hat qutkirin, depoyên avan hatin teqandin. Şêniyên navçeyê ji pêdiviyên herî mirovî bêpar hatin hiştin. Di şer û pêvçûnan de bi dehan welatî hatin qetilkirin û malên wan hatin hilweşandin. Li Cizîrê di jêrzemînên avahiyan de 177 welatî hatin qetilkirin. Li navçeyê hêj di her malekê de şopa guleyan heye. Her malek xwedî çîrokek e. Ji van malan di hinan jê de êş, di hinanan jê de bîranîn û di hinan jê de jî jî kenê ku nîvco mayî veşartiye... Ji van malan yek jê jî mala Fîrdevs Poyroz e.   Fîrdevs Poyraz beriya qedexeya derketina derve dema di wextê findeqan de diçe kar, Onder Poyraz nas dike û paşê pê re dizewice. Piştî ku dizewicin tên li Taxa Yafes a Cizîrê bi cih dibin. Pişt re 2 zarokên wan çêdibin. Navê Botan li zarokê xwe yê ewil dikin. Berî 3 sal dis er zewaca wan re derbas bibe Onder Poyraz di qedexeya derketina derve de birîndar dibe û pişt re jî bi îşkenceyê tê girtin û bi îdia "Xerakirina yekîtiya dewletê" û "endamtiya rêxistinê" 2 caran cezayê muebeda giran lê tê birîn. Dema ku Poyraz tê girtin keça wî Menîce hê yek mehî ye. Her wiha di dema qedexeyê de mala wan jî tê gulebarankirin û derî paceyên wan tên şikandin. Piştî ku Poyraz tê girtin hevjîna wî tevî her du zarokên xwe dimîne. Piştî wextekê Poyraz ji bêgavî ji xaniyê xwe derdikeve û diçe cem dêya xwe wan. Sedem jî, ew e ku mala wan di hewşa mala dêya wê de ye. Ji bo ku wan bîranîn û rojan ji bîr neke li hemberî mala xwe dimîne. Keça wê û kurê wê bavê xwe nedîtine û nas nakin. Bavê wan jî  piştî 6 salên li Girtîgeha Şirnex a Tîpa T'yê, sewqî Girtîgeha Qubînê ya Êlihê ya Tîpa T'yê hatiye kirin. Her wiha Poyraz 3 sal in di hucreyê de ye û nexweş e.    ZAROK WÎ NAS NAKIN    Fîrdevs Poyraz bilêv kir ku gava hevjînê wê hatiye girtin zarokên wê pir biçûk bûne û ji ber vê zarok bavê xw enas nakin. Poyraz got: "Dema ku Onder hat girtin keça min hê yek mehî bû. Keça min niha 7 salî ye.Dema ku ez wê dibim girtîgehê cem wî, bavê xwe nas nake. Nahêle ku dora wê be, bi telefonê jî pê re naaxive. Kurê min Botan jî dema ku bavê wî hat girtin yek salî bû. Ev sal û nîve ku ew birine Êlîhê. Beriya ku nebiribûn Êlîhê nedihiştin ku zarokan bibim hevdîtinê. Nehiştina hevdîtina zarokan a bi bavê wan re jî digotin,'Divê tu testa wan a koronayê bigirî.' Testa zarokan heta niha nedigirtin. Lê piştî ku me gilî kir, gotin bînin. Ji ber vê min 6-7 mehan zarok nebirin. Nedihiştin wan bibim. Min heta ber deriyê girtîgehê jî dibir, nedihiştin. Zivistan bû, sar bû. Heta ku em di deriyê girtîgehê re derbas dibûn em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû diman. Heta ku gorên pêyên me jî derdixin, pora me vedikin, lêgerîna tazî dikin. Heman lêgerîn ji bo zarokan jî derbasdar e. Dema ku zarokên xwe dibim wir Botan diçe cem bavê xwe, lê Menîce naçe. Menîceyê ji ber ku ew neditiye naçe cem wî. Her carê jî pirsa bavê xwe dike û dibêje, 'Çima bavê her zarokekî tê wan dibe parqê, çima bavê min nayê, çima nahêlin bê? Ma bavê min çi li wan kiriye?' Carna kurê min jî dibêje, 'Bila min bigirin û bila bavê min piçek bê malê, ez ê li şûna wî biçim.'"   BI SEDAN BÎRANÎN DI XANIYEKÎ WÊRANKIRÎ DE   Poyraz anî ziman ku ew her gava ku li vî xaniyî dinêre ew kirinên qedexeya derketina derve tên bîra wê û wiha domand: "Ev mal, mala me bû. Dema qedexeya derketina derve xerab kirin. Bi zanebûn hilweşandin. Her du alî hilweşandine. Her derê wê rutûbet e. Em 5-6 salan tê de man. Piştî ku hilweşandin em jî ji bêgavî ji wir derketin. Dema ku ez li vê avahiyê dinêrim bîranîn min û Onder ên bi hev re tên bîra min, Cizîrê tê bîra min. Ew 3 meh ji me re gelek zehmet bû. Kurê min tê de derûniya xwe xerab kir. Ew roj tên bîra min. Hem xweşî û hem jî nexweşî tên bîra min."    'ÊDÎ NIKARE AVÊ JI VEXWE'   Poyraz bi lêv kir ku tenduristiya hevjînê wê jî xirab e û got: "Nexweş e, wî derman nakin. Ji bo ku bê tedawîkirin em daxwaznameyê jî didin, lê nayê qebûlkirin. Çi bixwe jî dilê wî li hev dikeve. Dibin revîrê tînin û diavêjin hucreyê. Beriya cejnê ez çûm hcem wî, gelek nexweş bû. Got, 'Ji ber mîdeya xwe ez nikarim îdare bikim. Ez çi bixwim diavêjim.' Êdî nikare avê jî vexwe. Mîda wî êdî avê jî qebûl nake. Em dixwazin bê berdan. Miroveke ku di vê rewşê de divê bê dermankirin. Platîn di pişta de ne. Divê bê emeliyatkirin û ew platînên di pişta wî de divê bên derxistin. Ez dixwazim bê berdan. Min tu xweşî nedît, lê ez dixwazim zarokên min bibînin. Ez li wan dinêrim, pir diqehirim."     MA / Zeynep Dûrgût