Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim' 2022-06-07 09:01:45   AMED - Ramazan Yildirim ku înfaza kurê wî hatiye şewitandin ev tişt got: "Dewlet, dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim.'"    Li girtîgehan tahde û çewisandinên li ser girtiyan û şewitandina înfaza wan didome. Ji girtiyên înfaza wan hatine şewitandin yek jê jî Mehmet Yildirim e. Yildirim di sala 2009'an de hatiye girtin û 16 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Yildirim ku niha di Girtîgeha Bafra ya Tîpa T'yê de ye 12 sal û 4 meh û 15 rojên dema înfaza xwe temam kiriye, lê di meha Adarê de Desteya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê dema berdana wî 3 mehan taloq kiriye. Desteya Çavdêriyê dê di meha Hezîranê de înfaza Yildirim binirxîne û dê biryarê bide bê ka wê berdan an na.    Bav Ramazan Yildirim anî ziman ku zilma li ser kurdan bi salan e didome û ew zilm niha jî bi şewitandina înfaza girtiyan didome. Yildirim got: "Dewletê di sala 1993'yan de cerdevantî li me ferz kir. Ji ber ku me cerdevantî qebûl nekir, em tim bi tahdeya eskeran re rû bi rû diman. Ji me re digotin, 'An hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê ji gund derkevin.' Di sala 1994'an de li gundê me PKK û esker şer kirin. Di şer de gelek esker mirin. Piştî vê eskeran berê xwe da gund. Ji gund 7 kes binçav kirin û paşê ew qetil kirin. Eskeran gundê me şewitandin û me jî ji bêgavî koç kir û em hatin Amedê."    ‘CEZAYÊ WÎ QEDIYAYE LÊ NAYÊ BERDAN'   Bav Ramazan Yildirim ragihand ku gava hatine Amedê, li vir jî bi tahde û çewisandina dewletê re rû bi rû mane. Yildirim anî ziman ku gava ji gund koç kirine kurê wî Mehmet Yildirim 2 salî bûye û paşê di 17 saliya xwe de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatiye binçavkirin. Yildirim bilêv kir ku dadgeha kurê wî 20 mehan dewam kiriye û gava kurê wî 18 salên xwe temam kiriye 16 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn. Bav Yildirim got: "Niha 29 salî ye. Cezayê wî qediyaye lê bi muameleyeke kêfî nayê berdan."    'JI BER KU KURD E NAYÊ BERDAN'   Bav Yildirim destnîşan kir ku ji ber ku kurê wî Mehmet Yildirim poşmanîtî qebûl nekiriye û ji ber ketiye grevên birçîbûnê înfaza wî hatiye şewitandin û got: "Ev biryar nîşan dide ku li Tirkiyeyê edalet tune ye. Yanî dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim.'"   Yildirim di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku armanca şewitandina înfazên girtiyan radestkirina vînê ye û got: "Lê kurd êdî ne kurdên berê ne. Êdî nayên xapandin. Bi salan e ji bo zimanê xwe, çanda xwe û axa xwe têdikoşin. Êdî nikarin bi van pêkanîna vîna mirovan teslîm bigirin."    MA / Mehmet Guleş