ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-07 09:00:35   * Ramazan Yildirim ku înfaza kurê wî hatiye şewitandin got: "Dewlet, dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim.'"    * Rojnamevan Fûat Kav got: "Malbata Barzanî bûye malbata Erdogan, bûye 'Mesûd Erdogan, PDK jî bûye AKP. Çarenûsa wan bi hev ve girêdayî ye."    * Hunermend Kasim Taşdogan ku ji ber zextan ji bêgavî kargeha xwe girtiye, anî ziman ku huner serî natewîne û got: "Muzîka bi zimanê zikmakî ji bo min kaniya motîvasyonê ye."   *  Fîrdevs Poyraz ku di dema qedexeyên derketina derve yên Cizîrê de xaniyê wê hatiye hilweşandin û hevjînê wê Onder Poyraz hatiye girtin, gava hevjînê wê hatiye girtin zarokên wê biçûk bûne û ji ber vê niha bavê xwe nas nakin. Poyraz dixwaze hevjînê wê yê nexweş bê berdan.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 456’an de berdewam dike.    * 10'emîn danişîna doza ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê wê li Şûreya Dewletê bê dîtin. (09.30)   * Yekemîn danişîna doza Mûhammed Eren Sutçu ku êrişî avahiya HDP'ê ya Bahçelîevlerê kiribû wê li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Bakirkoyê bê dîtin. (09.30)   * 13'emîn danişîna Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * 4'emîn Konferansa Mezin a HDP'ê ku wê bi dirûşma "Berxwedana Mezin Meşa Mezin" li dar bixe dê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet berdewam bike. (10.00)   * Nobeta edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00-16.00)    * Baroya Îzmîrê, ji ber gotinên wî bi heqaret dê li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî bide û giliya Serokkomar Erdogan bike. (12.00)