Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî 2022-06-06 20:07:46   ŞIRNEX -  Di çarçoveya operasyonên eskerî de gelek wesayîtên zirxî ji Şirnexê ber bi Cûdî û Gabarê ve bi rê ketin.   Li herêmên Cudî, Gabar û Bestayê operasyonên leşkerî hem ji hewayê hem jî ji bejahiyê ve didomin. Di çarçoveya êrîşan de nêzî 15 wesayitên leşkerî ji Şirnexê ber bi Cudî û Gabarê ve bi rê ketin. Li gorî çavkaniyên niçtecihên herêmê wesayitan li ser Qereqola Mişgaşantiyê ya li ser rêya bajaroka Dêrgolê kom dibin û ji vir jî bi hev re ber bi Cûdî û Gabarê ve bi rê dikevin.