Rojnamevan Muftuoglû hat berdan 2022-06-06 17:55:28 AMED - Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û edîtora ajansa me Dîcle Muftuoglû hat berdan.  Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û edîtora ajansa me Dîcle Muftuoglû ku roja înê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.   Muftuoglû gava Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan Dîcleyê (DÎHA) bûye pere ji nûçegihanên DÎHA'yê yên girtî Ziya Ataman û Nedîm Turfent re şandiye. Serdozgeriya Komarê ya Wanê jî ji ber ku pere ji nûçegihanan re şandiyê bi îdiaya "di warê aborî de alîkariya rêxistinê" derbarê Muftuoglû de lêprisîn daye destpêkirin.    Muftuoglû di çaçroveya lêpirsînê de îro danê sibehê sewqî Edliyeya Amedê hat kirin.   Muftuoglû li Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Dozgeriya Komarê ya Wanê. Dozgeriyê jî bi daxwaza kontrola edlî ew sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Wanê kir. Dadgeriyê jî bi şertê kontrola edlî Muftuoglû berda.