PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin 2022-06-06 15:57:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên enternasyonalîst ku li dijî êrişên Tirkiyeyê xwestin ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bibin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin.    Komeke ciwanên enternasyonalîst ku li dijî êrişên Tirkiyeyê xwestin ji Herêma Kurdistana Federe derbasî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, li Deriyê Sînor ê Pêşxabûr ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin rawestandin. Li bendê mayîna 26 aktîvîstên ku derbasbûna wan ji aliyê PDK’ê ve hate astengkirin didome. Tê payîn ku ciwan têkildarî mijarê de daxuyaniyekê bidin.