Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye 2022-06-06 13:52:58   COLEMÊRG - Hate diyarkirin ku ji navçeya Geverê 48 cerdevan sewqî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên şer lê berdewam dike hatine kirin û Nexweşxaneya Sahrayê ya li gundê Gêmanê yê navçeya Çelê bi leşkerên birîndar tijî bûye.    Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Hezîranê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin bi pevçûnên dijwar didomin. Ji ber pevçûnên dijwar di xeta Colemêrgê de her roj liv û tevgera helîkopeteran û leşkerî heye.     CERDEVAN HATIN SEWQKIRIN   Rojên derbasbûyî di xeta Colemêrgê de li gor agahiyên me bi dest xistibûn 127 cerdevan biribûn herêma Zapê. Hate hînbûn ku pêr bi navê “Tîmên Şerker” 48 cerdevan ji navçeya Geverê birine herêma Zapê. Hate zanîn ku cerdevan ewilî birine herêma Oremarê dû re birine 34’emîn Fermandariya Tûgayê û ji vir jî bi helîkopteran birine herêma Zapê.    NEXWEŞXANEYA SAHRAYÊ TEJÎ YE   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hate diyarkirin ku hema hema hemû qawişên Nexweşxaneya Sahrayê ku li qereqola leşkerî ya li gundê Gêmanê yê navçeya Çelê ya Colêmêrgê hatiye avakirin, bi leşkerên birîndar tijî bûye. Hate bilêvkirin ku gelek leşker naxwazin tev li êrişan bibin û îstîfa kirina gelek leşkeran jî tê astengkirin.