Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin 2022-06-06 11:57:04   AMED - Hevseroka DFG’ê û edîtora ajansa me Dîcle Muftuoglû ku hatibû binçavkirin, sewqî Edliyeya Amedê hate kirin.    Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û yek ji edîtora Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku di 3’yê Hezîranê de hatibû binçavkirin, sewqî edliyeyê hate kirin.    Tê payîn ku Muftuoglû wê li Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS’ê îfadeyê bide Serdozgeriya Komarê ya Wanê.