Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar 2022-06-06 11:29:46   RIHA - Bi hinceta ku “heqaret li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye”, 7 hezar û 40 TL cezayê pereyan li Emîne Şenyaşar hate birîn.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 455’an de berdewam kir. Dayika Emîne ji ber ku nexweş bû, nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Ferît Şenyaşar jî ji bo piştevaniya hiqûqî, li Enqereyê bi rêxistinên girseyî yên demokratîk re hevdîtinan dike.    Malbatê têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Lêgerîna me ya ‘edalet û heqîqetê’ ya li Enqereyê di roja 2’yan de bedewam dike. Hemû kesên em pê re hevdîtinan dikin, bi doza me baş dizanin. Ji bo gotina hevpar a her kesî kêm ma ye. Em ê rê nedin ku bêhiqûqî bibe tiştekî jirêzê.”   BI HINCETA ‘HEQARETÊ’ CEZA HATE DAYÎN!   Her wiha bi hinceta axaftinên di dema çalakiya Nobeta Edaletê, bi hinceta “heqaret kiriye”, li Emîne Şenyaşar 4 doz hatibûn vekirin û biryara dozekê hate ragihandin. Gotina Şenyaşar a “Van bêeslan zarokên min qetil kirin” ku di 2’yê hezîrana 2021’an de kiribû, weke “Bi gotina ‘bêesil’ re Suleyman Soylu hedef hatiye girtin” û ji ber ku navên xizmên Yildiz ê AKP’î hatiye bilêvkirin, du dozên cuda hatin vekirin. Piştre jî ev doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayan a Giştî kiribûn yek doz. Dadgehê biryara xwe da û bi îdiaya “heqaret li Yildiz kiriye” hezar û 740 TL û bi îdiaya “heqaret li Soylu kiriye” jî 5 hezar û 300 TL ceza da Emîne Şenyaşar. Dadgehê biryar da ku bicihanîna biryarê hatiye taloqkirin.    DOZA NÛ   Bi sedema axaftina di demekî “nediyar de” ku li pêşiya avahiya edliyeyê kiriye, dozeke nû hate vekirin. Bi îdiaya ku “heqaret” li Yildiz ê AKP’î kiriye, derheqê Şenyaşar de li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê îdianame hatibû amadekirin û hat xwestin ku ji TCK 126’ê bê cezakirin û ji hinek mafên xwe bêpar bê hiştin. Îdianame ji hêla Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê ve hate qebûlkirin.    16 LÊPIRSÎN Û 5 DOZ    Ji 9’ê adara 2021’an heta niha derheqê Emîne Şenyaşar de bi hinceta axaftinên di dema nobetê de û bi îdiaya “heqaretê”,16 lêpirsîn hatine vekirin û ji van 5 jê veguherîne dozê.