Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn 2022-06-06 09:04:14   AMED - Malbatên ku piştî li navçeya Sûrê di çarçoveya "veguhertina bajêr" de xaniyên wan hatin hilweşandin û di konteynir û xaniyê yek odeyî de dijîn, wiha gotin: "Hikûmet di qesran de em jî di xaniyên yekodeyî de dijîn."   Ji ber qedexeya derketina derve ya di sala 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû îlankirin, 20 hezar kesan zêdetir ên li 6 taxan dijîn neçar man koç bikin. Taxên Alî Paşa û Lale Bey tevî ku şerê di pevajoya qedexeyan de bandor lê nekirin jî di bin navê "Veguhertina bajêr" de hatin hilweşandin û şêniyên taxê neçarî koçberiyê kirin. Gelek malbatên ku mal û milkên wan bi bihayeke kêm hatin îstîmlakkirin, neçar man koçî tax û navçeyên cuda bibin. Du ji van malbatên ku koç kirine jî malbatên Demîr û Sansarkan in. Malbatên Demîr û Sansarkan ku piştî ji malên xwe yên li Taxa Alî Paşa hatin derxistin, koçî navçeya Yenîşehîrê kirin di şertên zor û zehmet de dijîn. Me têkildarî rewşa malbatan mîkrofon dirêjî wan kir.    9 KES DI KONTEYNIRÊ DE DIJÎN   Hanim Demîr a 60 salî diyar kir ku di dema pêvajoya qedexeyan de dewletê ew ji mala wan derxistine û anî ziman ku pişt re 2 salan di kirê de mane lê ji ber ku nekarîne kirêya xwe bidin ji malê hatine derxistin. Demîr, bi lêv kir ku 3 sal in ku di konteynirê de dijîn û rewşa xwe wiha vegot: “Berî ku em werin vê derê em di konan de dijîn, pişt re yekî ji me re ev konteynir kirî û em ketin konteynirê. Niha 80 hezar lîre deynê me heye. 2 zarokên min di girtîgehe de ne. Ez û keça xwe û 7 newiyên xwe di konteynirê de dijîn. Li malê kesekî ku bixebite tune ye. 5 zarok diçin dibistanê 2 jî hêj biçûk in. Keça min li wan dinêre. Ez jî pîr im nikarim bixebitim. Ava germ jî nîne. Em avê li ser agir germ dikin. Dema baran an berf dibare, konteynir dilopan dike. Ne ocax, ne dolab, ne cilşo û ne jî mitbexa me heye. Em xwarinê li derve çedikin. Em cilan bi destan dişon. Tuwalet û serşo her du li heman cihî ne. Di vê krîzê de pere nîne ku em sabun an jî deterjanan bikirin. Em wisa perîşan hiştin.” Demîr a beriya çend salan hevjînê wê jiyana xwe ji dest da, da zanîn ku hemû barê malê li ser milên wê ye.    Demîr, bi lêv kir ku bi alîkariya milet li ser piyan in û wiha got: "Hikûmet niha di vîlayan de em jî di konteyniran de dijîn. Tiştê ku ew dikin ne li gorî mirovahiyê û ne jî li gor misilmantiyê ne."   'JI BER KU XWARIN TUNE YE ZAROK DIGIRÎN'   Dîndar Sarsarkan ê bi 5 zarokên xwe ve di xaniyekî yek odeyî de dijî jî da zanîn ku bi mûçeyê nexweşiyê dikare debara xwe bike û wiha domand: "Hinek kes bûn alîkar em hatin vî xaniyî. Lê ne xaniyê me ye. 3 sal in em li vir in. Ez nexweşê sarayê me, nikarim bixebitim. Ji bo nexweşiya min 600 lîreyan didin min lê di vî zemanî de wê tê re çi bike? Ji ber bihabûnê ez nikarim ne şekir û ne rûn bistînim." Sansarkan, destnîşan kir ku dewletê ew ji malên wan derxistine, xaniyê wan şewitandine û wiha berdewam kir: “Niha em di odeyekê de dijîn. Ne mitbax û ne jî serşok heye. Xwarine jî em li derve çêdikin. Carna xwarin heye em dixwin, carna jî tune ye. Ji ber ku xwarin tune ye, zarok digirîn. Heke dewletê xaniyên me xirab nekirina û em jê nederxistina, em jî nediketin vê rewşê. Ew di qesran de ne û halê me jî ev e.”