Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin 2022-06-05 21:27:22   AMED - Cenazeyên 3 xwendekarên lîseyê ku li gundê Kabê yê navçeya Sûrê ketibûn Çemê Dîcleyê û winda bûbûn, hatin dîtin.    Cenazeyên 3 xwendekarên lîseyê ku li gundê Kabê yê navçeya Sûra Amedê ketibûn Çemê Dîcleyê û winda bûbûn, hatin dîtin. Hate hînbûn ku cenazeyên hatine dîtin aydê Osman Yetîşgîn, Enes Can û Yûnûs Vûral ên li pola 10'emîn a Lîseya Fenê ya Valî Aydin Arslan dixwendinin. Hate diyarkirin ku cenaze ji bo kirariyên otopsiyê rakirine Saziya Tiba Edlî ya Amedê.    Hate zanîn ku ji xwendekarên cenazeyên wan hatin dîtin Enes Can li Şirnexê, Osman Yetîşgîn li navçeya Farqînê û Yûnûs Vûral jî li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dijiya. Wê piştî kirariyên otopsiyê cenaze li bajarên wan werin veşartin.