Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin 2022-06-05 17:56:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji fermandarên QSD’ê Hisên Koçer, di civîna bi rûspiyan re hat kirin de, da zanîn ku ew xwe ji bo azadkirina herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne amade dikin.   Serokeşîrên Herêma Firatê ji bo gotûbêjkirina dagirkeriya dewleta tirk û gefên dagirkeriyê, li Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê ya li Başûrê Kobanê li hev civiyan. Yek ji fermandarên QSD’ê Hisên Koçer di axaftina destpêkê ya civînê de destnîşan kir ku divê gel di pêvajoya şer de bibe yek, xwe li ser esasê parastinê bi rêxistin bike û wiha got: “Em xwe bi xwe bi rê ve dibin. Em serî li ber desthilatdariyên ku dixwazin herêmê dagir bikin natewînin û li hemberî her cure êrîşê bêdeng nemînin.’’   Koçer îşaret bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî kir û wiha berdewam kir: “Çima li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdê ferz dikin û mafên wî yên rewa asteng dikin? Rêber Apo bi fikrên xwe gelê herêmê bi pêş de bir û pergalên serdest ji vê ditirsin. Dema rabûna li hember pergala faşîst hatiye.’’   ‘DIVÊ HERKES AMADE BE’   Koçer behsa hewildana dorpêçkirina herêmê ya ji gelek aliyan ve jî kir û wiha pêde çû: “Hikûmeta Şamê jî li dijî vîna gelê herêmê derket, li ser desthilatdariyê israr kir û bû sedema xerabûna Sûriyeyê. Di vê çarçoveyê de divê her kes xwe ji bo parastina çanda herêmê amade bike.’’ Hisên Koçer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha em xwe ji bo azadkirina herêmên xwe yên Erdogan dagir kirine re amade dikin.’’