Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e 2022-06-05 14:34:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama YNK'ê Bilêse Cebar Ferman, diyar kir ku Herêma Kurdistanê di bin talûkeyê de ye û wiha got: "Tirkiye bi dagirkirinê dixwaze sînorên xwe berfireh bike."   Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji 17'ê nîsanê ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên li Herêma Kurdistanê didomin. Ji reveberên Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bilêse Cebar Ferman, derbarê êrişan de ji Rojnewsê re axivî. Ferman, destnîşan kir ku herêm di bin talûkeyeke mezin de ye û wiha got: "Bêdengî û perçebûna kurdan vê talûkeyê mezintir dike. Parçebûna di navbera kurdan de dibe bingeha dagirkeriya Tirkiyeyê ya li herêmê."   DIVÊ TALÛKE JI GEL RE BÊN PARVEKIRIN   Ferman, bi lêv kir divê talûke ji gel re bê parvekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Êriş ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê di nava xwe de ji bo Iraqê jî talûkeyeke mezin dihewîne. Armanca verşatî ya êrişê dagirkirina Iraqê û berfirehkirina sînorên Tirkiyeyê ye. Em wek YNK piştgirî didin hemû gelên ku mafên xwe bi dest dixin. Em ê vê polîtîkayên xwe bidomînin."