DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin 2022-06-05 12:20:50   AMED - Li gorî rapora meha gulanê ya DFG'ê, 11 rojnamevan hatine binçavkirin, tundî li 11 rojnamevanan hatiye kirin û 8 malper jî hatine girtin.    Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firate (DFG), rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha gulanê bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir. DFG'ê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku dijî rojnameger û saziyên rojnamegeriyê binpêkirina mafan bê navber didomin û desthilat dixwaze hejmara rojnamegerên alîgir  zêde bike.    ‘ROJNAMEGÊR SERÎ NATEWÎNIN’   DFG'ê, destnîşan kir ku rojnamegêr ji ber êriş û îşkenceyên li xwe serî natewînin û di derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran de ev tişt gotin: "Wek di rapora me de jî dertê holê, meha gulanê jî ji aliyê binpêkirina mafan de wek çeteleya pêkanîne zext û zorên li dijî rojnamegeran cihê xwe digire. Di dawiya mehê de rojnameger hatin binçavkirin, îşkence li wan hatin kirin. Li Stenbolê 6 rojnamegerên dixwestin xwepêşandana salvegera çalekiya Geziyê ya nehemîn bişopînin hatin binçavkirin. Nêzîkê 10 rojnameger jî bi gef û tundiya giran a polîsan re rû bi rû man. Ev tundiya giran a li dijî rojnamegeran bi gotineke rast e rast suceke li dijî mirovahiyê ye, di qadê de tunekirina rojnamegeran e, tunekirina mafê gel ya gihandina nûçeyan e. Polîsên li dijî rojnamegeran van tundiyên giran pêk anîn divê di demeke zutir de bên darizandin û bên cezakirin."   ‘60 ROJNAMEGER DI GIRTÎGEHE DE NE’   Di berdewama daxuyaniya xwe de DFG'ê da zanîn ku di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçav kirin û ev agahî dan: "Tûndî û mehmeleya xerab li 11 rojnamevan hat kirin, gef li 10 rojnamevan hat xwarin, 11 rojnameger dema şopandina nûçeyê hatine astengkirin. Mafê rojnamegerekî di girtîgehe de hatiye binpêkirin. Derheqe 4 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û derheqe 5 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin.  2 sal 4 meh û 14 roj ceza girtîgehê û 24.100 TL cezayê pere li 4 rojnamevanan hatiye birîn. 42 rojnamevan 32 dosyayan de hatine darizandin, 60 rojnamevan di girtîgehe de ne. Rojnamegerek ji kar hatiye derxistin,  RTÛK’e li 4 weşanan ceza biriye, 8 malper hatin girtin. 14 nûçe hatine astengkirin. 3 naverokên medyaya civakî hatine astengkirin."