Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da 2022-06-05 11:33:24   SÊRT - Li navçeya Xana Hewêl mînîbusa karkeran qeza kir û 4 karkeran jiyana xwe ji dest da û 6 karker jî birîndar bûn.    Li navçeya Xana Hewil a Sêrtê, mînîbusa karkeran qeza kir û 4 karkeran jiyana xwe ji dest da û 6 karker jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, qeza li gundê Karakaya yê bajaroka Ziyaretê pêk hatiye. Mînîbûsa bi plaqeya 04 AP 002 ku ajoker Mehmet Gokturk li ser bûye qulibiye kendal. Di encama qezayê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest daye û 6 karker jî birîndar bûne. Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tenduristiyê hatine cihê bûyerê cenazeyan û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê.    Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.