Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin 2022-06-05 11:09:45   AMED - Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê diyar kir ku ji bo doza derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de hatiye vekirin, muxatabê wê ne ew e û xwest daxwaz bê redkirin.    Baroya Amedê, Komeleya Şêx Seîd û nevî û wasiyê Şêx Seîd, Kasim Firat bi daxwaza şûna gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên di sala 1925’an de li Amedê hatin darvekirin, bê vekirin di 15’ê sibatê de serî li Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê dabûn. Wezaretê bersiv neda serlêdaran û li ser vê yekê vê carê di 15’ê nîsanê de serî li Dadgeha Îdareya Enqereyê ya 5’emîn dabûn.   WEZARETÊ XWEST DOZ BÊ REDKIRIN    Dadgehê serlêdanê qebûl kir û xwest wezaret di mehekê de hemû agahî û belgeyan ji wan re bişîne. Wezaretê di şûna agahî û belgeyan pêşkêş bike tenê parastinê pêşkêşî dadgehê kir. Wezaretê îdia kir ku aliyê “bi xisûmet” ne ew e û bi gotina “doza hatiye vekirin, ji palpişta hiqûqî bêpar e” û bi vî awayî xwest daxwaz û doz bê redkirin.